• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amed carek din mazûvaniya mitîngeke dîrokî dike

    DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

    Nivîskar Nezîr Ocek: Miletek ku zimanê xwe winda bike kesayeta xwe jî winda dike

    Nivîskar Nezîr Ocek: Miletek ku zimanê xwe winda bike kesayeta xwe jî winda dike

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê GULANA 2026an

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Amed carek din mazûvaniya mitîngeke dîrokî dike

    DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

    Nivîskar Nezîr Ocek: Miletek ku zimanê xwe winda bike kesayeta xwe jî winda dike

    Nivîskar Nezîr Ocek: Miletek ku zimanê xwe winda bike kesayeta xwe jî winda dike

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê GULANA 2026an

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dawa hestiyên bavê xwe dikin

Bilal Guldem / AW

29 KANÛN 2024 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Zarokên Mehmet Ozdemîr ku 27 sal in winda ye anîn ziman ku ew bi hesreta dîtina bavê xwe mezin bûne û xwestin cihê hestiyên bavê wan bê eşkerekirin û faîl bên darizandin.

Di salên 1990î de li gelek gund, bajarok, navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê welatparêz, siyasetmedar û aktîvîst hatin revandin û di binçavan de hatin windakirin. Yek ji van windayan jî Mehmet Ozdemîr e. Malbata Ozdemîr ji ber şewitandina gundên xwe neçar dimînin ku koçî navenda Amedê bikin. Mehmet Ozdemîr li Amedê bi karê dan û standina sewalan re mijûl dibe. Roja 26ê Kanûna 1997an dema ew ji mala xwe derdikeve ku biçe bazara sewalan a Amedê, beriya biçe bazarê diçe cem mala nasekî xwe û paşê jî diçe qawhexaneyek nêzî bazarê. Dema ew li qahwexaneyê li gel hevalên xwe rûniştiye, kesên çekdar ên sivîl tên qahwexaneyê û wî desteser dikin û dibin. Piştre jî ew tê windakirin. Ji wê rojê ve agahî ji Mehmet Ozdemîr nayê wergirtin. Hemû serlêdan û hewldanên malbatê bê encam dimînin.

Mehmet Ozdemîr bavê 7 zarokan bûye. Dema tê windakirin lawê wî Mehmet Hebûn Ozdemîr hê nehatiye dinê. Navê bavê wî lê dikin. Malbata Ozdemîr got Hebûn ji ber hesret û kesera bavê xwe di sala 2019an de dawî li jiyana xwe tîne. Malbat dibêje piştî Hebûn xwe kuşt, êş li ser êşa wan zêde bû.

Zarok û neviyên Mehmet Ozdemîr tev li çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a hefteya 829emîn ya li Amedê bûn.

Keçên Mehmet Ozdemîr, Yildiz Ozdemîr Kaya û Sozdar Ozdemîr ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew dixwazin hestiyên bavê xwe bibînin û dixwazin êdî gorek bavê wan hebe.

‘Ez hestiyên bavê xwe dixwazim’

Keça Mehmet Ozdemîr, Yildiz Ozdemîr Kaya anî ziman ku bavê wê du car hatiye desteserkirin û piştre hatiye berdan û cara sêyemîn jê re gotine ‘Eger em te dîsa bigrin tu yê carekê din malbata xwe nebînî’. Yildiz Ozdemîr Kaya got: “Bavê me ji qehweyê girtin û wenda kirin. Mixabin me hîn jî hestîyên wî nedîtine. Ji xwe cara sêyemîn dema ku wî girtin îşkenceyê lê kirin û çîmê wî şikandibûn. Bavê min 40 roj di nav cîha de ma. Bavê min wenda kirin, em 9 kes bûn.”

Yildiz Ozdemîr Kaya anî ziman ku dema ku bavê hatiye windakirin diya wê ducanî bûye û wiha got: “Ez û 7 xwişk û birayên min hebûn. Dêya min me di nav xizaniyê de mezin kir. Diya min ji bo bavê min gelekî têkoşiya. Polîsan ewil gotin bavê we li cem me ye, piştre înkar kirin û gotin me ew negirtîye. Pêşî daxwaznameyên me qebûl kirin û gotin me wî girtiye lê piştre înkar kirin.”

‘Em ê tevî zarokên xwe heta dawî têbikoşin’

Yildiz Ozdemîr Kaya destnîşan kir ku ew hestiyên bavê xwe dixwazin û ev yek anîn ziman: “Her kes li hestiyên xwe digere. Em ne tenê yê bavê xwe yên kesên din ku hatine wendakirin jî dixwazin. Xwedî heqê me nehêle. Heta ku di nav laşê me de xwîna me biherike, em ê tevî zarokên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em hestiyên bavê xwe dixwazin. Rewşeke pir zehmet e ji bo me. Em dijîn, em pir baş fêm dikin.”

‘Bavê meriv çiyayê pişta meriv e’

Sozdar Ozdemîr dibêje dema bavê wê hatiye windakirin, temenê wê salek û nîv bûye. Ji ber wê bavê xwe nedîtiye jî pir xembar û hestewar e. Xembarî xwe ji deng û çavê xwe dide der. Sozdar Ozdemîr anî ziman ku windakirina bavê wê ji bo wan gelek zor e û got: “Bavê meriv çiyayê pişt mirov e. Çiyayê me ji me girtin. Bê bav bûn pir zor e. Min jî dixwest bavê min hebûya û destê xwe bi serê min bixista û rê nîşanî min bida. Min dixwest şaşîtî û rastiyê nîşanî min bida. Dema hevalê min behsa bavê xwe dikin hem bi kelecan dibim hem jî xembar dibim. Çimkî min bavê xwe nedît. Meraq dikim ku hezkirina bav çawa ye.”

Şeş salî fam kiriye ku bavê wê nîn e

Sozdar Ozdemîr diyar kir ku dema ew şeş salî bûye hê nû fam kiriye ku bavê wê nîn e û wiha got: “Min didît ku bavê hevalên min hene, lê bavê min tune ye. Min her tim ji diya xwe re digot ka bavê min, diya min digot, ‘bavê we dewletê wî winda kiriye’. Birayê min Hebûn jî piştî bavê min hat windakirin, hat dinê. Birayê min her tim digot, ez yekî bê xêr bûme ku hatime dinê. Ew ew bi hesret û dîtina bavê min di 21 saliya xwe de dawî li jiyana xwe anî. Derûniya wî xera bûbû. Her tim digot bavê min tune ye, jiyana min hebe ji bo çi ye. Ew diyariya dawî ya bavê min bû, lê ew diyarî jî ji nav me bar kir.”

‘Ez ê li pey dawa bavê xwe bim’

Sozdar Ozdemîr destnîşan kir ku ew nikare hestên ku bavê wê tune bîne ziman û di dawiyê de wiha got: “Divê meriv bijî piştre bi wê hestê dihese. Gelek zor e. Lê dîsa jî xwedê sebrekî dide meriv. Heta dilopek xwîna min hebe ez ê li pey dawa bavê xwe bim. Ez ê dest ji dawa heval û dostên bavê xwe bernedim. Heke temenê min têr neke jî wê neviyên bavê min dest ji vê dozê bernedin û dawa wî dewam bikin.”

 

Etîket: Mehmet OzdemîrSozdar OzdemîrYildiz Ozdemîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mehmet Ozdemîr 31 sal in winda ye

Mehmet Ozdemîr 31 sal in winda ye

27 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hatîmogullari: Divê di nava vê hefteyê de gavên şênber bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di çalakiya ‘Konên Zimanê Kurdî’ de pêşangeha wêneyan hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (311)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne