Dayikên Aştiyê ku ji bo erişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê şermezar bikin berê xwe dan Enqereyê, diyar kirin ku dewlata Tirk di vê pêvajoya aştiyê de careke din bêbawerîbûna xwe nîşan da.
Meclîsa Dayikên Aştiyê, ji bo êrişên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê şermezar bikin, biryara çûyîna Enqereyê dan. Ji gelek bajaran Dayikên Aştiyê bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi Rojava re berê xwe dan Enqereyê ku daxwazên xwe yên aştiyê careke din bînin ziman. Ji bajarên herêma Serhedê Gever, Wan û Erdîşê gelek dayik li navenda Wanê Komê bûn û berê xwe dan Enqereyê.
Dayikên Aştiyê yên ku berê xwe dan Enqereyê beriya bi rê bikevin ji ajansa me re axivîn û hêvî û daxwazên xwe yên derbarê rewşa dawî ya Rojava û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de anîn ziman.
Dayikan bi bîr xist ku dewlata Tirk di vê pêvajoya aştiyê de careke din, bêbawerîbûna xwe nîşan da û gotin: “Ka aştî? Ji aliyekî ve dibejin aştî û jî aliyê din ve jî tên me Kurdan dikujin. Di qirkirina Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyeyê de tilîya dewleta Tirk jî heye. Em vî tiştî qebûl nakin û em şer naxwazin. Em ji bo aştiyê ber bi Enqereyê ve diçin.”













