Koma DEM Partiyê komcivîna xwe ya sibê li Meclîsê betal kir û biryar da ku ji bo xwedîderketina li Rojava sibê li Nisêbînê komcivîna xwe li dar bixe.
Koma DEM Partiyê ya Meclîsê ji bo xwedîderketina li Rojava sibê diçe Nisêbînê. DEM Partiyê bernameya komcivîna xwe ya sibê ya li Meclîsê betal kir û biryar da ku komcivîna xwe li Nisêbînê li dar bixe. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê û rêveberên DEM Partiyê û DBPê û gelê Mêrdînê dê beşdarî civînê bibin.
DEM Partiyê banga xwedîderketina li Rojava kir û xwest gelê Mêrdînê û Nisêbînê tev li civîna wan bibe û xwedî li Rojava derkeve.











