• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partiyê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz kir

Enqere / AW

3 GULAN 2025 - 10:09
Kategorî: ROJANE
A A
DEM Partiyê 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz kir û got ku ew rojnamegerên hatine kuştin bi bîr tînin û hemû rojnamegerên ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk dixebitin silav dikin.

Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê ya DEM Partiyê Tayip Temel bi boneya 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyaniya bi sernavê “3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî pîroz be” wiha ye:

“Roja 3yê Gulanê bi biryara Neteweyên Yekbûyî di sala 1993yan de weke “Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî” hat qebûlkirin. Lê belê ev roj li Tirkiyeyê ji pîrozbahiyê dûr e. Zext û sansur, binçavkirin û girtinên keyfî, îşkence û qetilkirin li ser pîşeya rojnamegeriyê tehdîd e û derbeyeke giran li mafê nûçe wergirtinê yê gel dixe. Rojnamegerên ku rastiyê tînin ziman û hewl didin bibin dengê gel, yan tên bêdengkirin yan jî tên krîmînalîzekirin. Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di warê zext û êrişên li ser rojnamegeran de îsal di nava 180 welatan de daketiye rêza 159an.

Li Tirkiyeyê bi salan e rojnameger bi taybetî jî rojnamegerên mûxalîf û kurd tên bêdengkirin. Îro hîna jî bi dehan rojnameger di girtîgehan de ne. Carinan rasterast mafê jiyanê yê rojnamegeran tê hedefgirtin. Di 5 salên dawî de 15 rojnamevan di êrişên leşkerî yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojava de hatine kuştin. Ev rojnameger ji ber ku sûcên şer, mirina sivîlan, kuştina jinan, koçberiya bi darê zorê, wêrankirin û rastiyên sansurê belge kirin, hatin hedefgirtin.

Li gel van hemû êrişan jî kevneşopiya çapemeniya azad û rojnamegerên ku mîrasgirên vê kevneşopiyê ne, ji ragihandina rastiyan re xwe paşde negirtine û kamera û mîkrofonên xwe ji bo azadî û demokrasiyê bi kar tînin. Weke Partiya DEMê em rojnamegerên ku di avakirina aştî û civaka demokratîk de erka xwe bi layiqî pêk tînin silav dikin. Em di serî de Metîn Goktepe, Gurbetellî Ersoz, Hrant Dînk, Apê Musa, Nagehan Akarsel, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî li xebatkarên çapemeniya azad ên ku li pey heqîqetê dimeşin û bi her awayî mafê gel ê nûçe wergirtinê diparêzin pîroz be!”

 

Etîket: DEM PartîRoja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

29 GULAN 2026
Festîvala Boreka Kurdan bi coş dest pê kir

Festîvala Boreka Kurdan bi coş dest pê kir

29 GULAN 2026
Serdanên cejnê yên partiyên siyasî: Divê statuya birêz Ocalan pêk were

Serdanên cejnê yên partiyên siyasî: Divê statuya birêz Ocalan pêk were

28 GULAN 2026
Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

26 GULAN 2026
Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

26 GULAN 2026
Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erka Tom Barrack bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (764)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne