Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û KCDK-Eyê peyama Cejna Qurbanê parve kirin û di peyamên xwe de cejna hemû gelan pîroz kirin û diyar kirin ku Cejna Qurbanê bibe sedema destpêkirina serdemeke nû ya jiyana demokratîk û azad.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek parve kirin û cejna hemû alema Îslamê, gelên bindest û her kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin, pîroz kirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê di peyamên xwe yên cejnê de diyar kirin ku ew hêvî dikin Cejna Qurbanê bibe sedema destpêkirina serdemeke nû ya jiyana demokratîk û wiha gotin: “Di van rojên dîrokî de ku em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas dibin, tiştê herî bixêr ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn pêkhanîna demokrasiyeke xurt û aştiyeke birûmet e, dabînkirina aştiya civakî ya bi edalet û heqane ye. Bi hêviya gihîştina rojên ku hemû astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk rabin û li ser bingeha hemwelatiya wekhev siberojeke azad û aştiyane bê avakirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina siberojeke hevpar û civakeke demokratîk bidomînin. Em Cejna Qurbanê hemû gelên xwe pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka jiyaneke nû ku tê de edalet, wekhevî, demokrasî û azadî serdest be.”
KCDK-E: Em hêvîdar in cejn bibe wesîleya xurtkirina hevgirtinê
KCDK-Eyê jî di peyamê de diyar kir ku ev cejna mubarek ne tenê dema îbadet û parvekirinê ye, di heman demê de banga bihêzkirina ruhê yekitî, hevkarî û berxwedanê ye û wiha got: “Îro, li hemberî gefên dagirkeriyê yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê, divê em ji her demê bi hêztir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derkevin. Mixabin, li herêma me dewletên kolonyalîst, li ser erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayên xwe yên komkujiyê bi rêbazên cuda didomînin. Desthilatdariyên yekperest, pêşiya pêvajoya demokratîk digirin, maf û azadiyan yek bi yek radixin refan; muxalefeta demokratîk, jin, mêr, ciwan, kal û pîr bêyî cudakariyê dikin hedef. Dewleta Tirk, bi armanca pêkanîna qirkirina Kurdan, li Rojava bi rêya rêveberiyeke paşverû zextên xwe zêde dike, li Rojhilat jî rejîma Îranê bi darvekirin û komkujiyan êrîşên dagirkeriyê didomîne. Ev hêzan e yên ku dîn, exlaq û hiqûqê nas nakin, bêguman li hemberî berxwedana biryardar a gelê me û muxalefeta demokratîk wê winda bikin. Ew kesên ku bi xespkirina destkeftiyên demokratîk, difikirin dikarin meşa azadiyê ya gelê Kurd rawestînin, di nav şaşiyeke mezin de ne. Rêya tekane ya gihiştina serkeftinê ya têkoşîna me ya rewa, ew e ku em her tim ji berê zêdetir hevdû biparêzin û xwedî lê derkevin. Bi vê hişmendiyê, bi wesîleya cejnê hevdû ziyaret bikin, hevgirtina xwe ya madî û manewî mezin bikin, li hember gelê me yê di rewşa hewcedariyê de li welatê xwe xwedî derkevin; yekitiya neteweyî û ruhê hevgirtina me ya hevpar xurt bikin. Em dixwazin ev cejn, bi taybetî ji bo gelê Kurd û ji bo hemû mirovahiya mazlum, azadî, wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî û edaletê bîne. Em ji dil hêvî dikin cejn bibe wesîleya zêdebûna hevgirtin û parvekirinê.”













