Nûnerên komeleyên çand, huner û ziman ên li Îzmîrê destnîşan kirin ku, ji bo destkeftî werin parastin û demokrasî pêş bikeve divê têkoşîn û xwe bi rêxistinkirin bênavber bidome.”
Çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di 6ê Çileya 2026an êrişî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Çeteyên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê piştî taxên li Helebê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Li Rojava li dijî Kurd û destkeftiyên Kurdan êriş berfireh bûn û ev yek bi xwe re berxwedana gelê Kurd û dostên Kurdan anî. Bertek û berxwedana gelê Kurd kir ku di 30ê Çileyê de bi navbeykariya hêzên navneteweyî Amerîka û Fransayê di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin lê tevî peyman hatiye îmzekirin jî dorpêça li ser Kobanê hêj jî didome.
Rêvebirên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê Avesta ya Îzmîrê yê piştî 30 salan hat ragirtin ji girtîgehê derketiye Çeçan Topçu û ji Rêvebera Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê Zîlan Gumuş û Endamê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dersimiyan Alî Firat derbarê geşedanên dawî yên li Rojava ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
‘Dîsa xwestin Kurd di nav dizayna nû de cîh negirin’

Çeçan Topçu anî ziman ku Kurd li Rojava heya niha pergaleke xwedî îstiqrar û aramî ava kirin. Çeçen Topçû diyar kir ku dema tevahiya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê berçav tê derbaskirin tê dîtin ku aramiya li Rojava heye li tu devereke Sûriyeyê nîn e û got: “Gelê Kurd li Rojava ji bo tevahiya cîhanê pergaleke bijare û alternatîf ava kir. Ev alternatîfa ku hatiye avakirin ji ber ku li dijî pergala serdestiyê bû anku ne li gorî berjewendiyên wan bû, wekî beriya sedsalan, hêzên navneteweyî dîsa xwestin dîzayneke nû ava bikin û Kurdan jî li derveyî vê dîzaynê bihêlin.’’
‘Aramî bi fikra neteweya demokratîk pêkan e’
Di berdeawama axaftina xwe de Çeçan Topçu da zanîn ku ku reşkirina paradigmaya neteweya demokratîk, perçeyeke şerê derûnî ye, bi vê yekê dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin û got: “Gelê Kurd ji demokrasiyê bibe Reqayê neçû li wê derê, Reqa di bin dagirkerî û talana DAIŞê de bû, gele Kurd wezîfeya xwe ya mirovî bi cîh anî û çû gel ji qirkirineke mezin xelas kir. Paşê dizanîn ku li Rojhilata Navîn aramî tenê bi fikra neteweya demokratîk pêkan e lewra li gorî wê tevgeriyan. Bivênevê heta fikra neteweya demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê nebe fikra serdest, ne aşitî û ne jî aramî nayê li Rojhilata Navîn. Ji bo komkujiyeke mezin di navbera gelên Kurd û Ereban de pêk neyê Kurd ji herêmên ku di kontrola wan de bûn vekişiyan. Hemû dewlet li gorî berjewendiyên dewletî gavên dîplomatîk diavêjin lê hêzên Kurd, li gorî berjewendiyên gelan rêyekê datînin pêşiya xwe. Nexwe ma çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji Kurdan bêhtir ji dîplomasiyê fêm dikin? Ew çete pêlîstokên destên hêzên mêtinger in, lê Kurd tenê di çarçoveya feydeya gelan de tevdigerin û ev jî ne bi dilê mêtingeran e. Emperyalîst sibê dê van çeteyan ji bo xwe bidin şerkirin lê Kurd tenê ji bo mafên xwe çekan hildigirin. Wekî din wê ti hêz nikaribe Kurdan ji xwe re bike leşker.’’
‘Li dijî komployan gele Kurd rabû ser pêyan’
Çeçan Topçû bilêv kir ku peymanên beriya niha radestbûnê li Kurdan ferz dikir lê belê peymana dawî ne radestîbûn got: “Hinek xalên vê peymanê jî dikarin li gorî dile xwe şîrove bikin. Li dijî vê sekna wan, çeka me ya herî bi hêz yekîtî bi xwe ye. Bi van êrişan Kurd baş dîtin ku îro Rojava bikeve, sibê îhtimal heye ku Başûr jî bikeve, lewma yekîtî û sekna Kurdan di van rojên xerab de ji me re cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ez spasiya gelê Başûr dikim, li dijî qirkirina Kurdan daketin kolanan û li hemberî cîhanê bûn dengê xwişk û birayên xwe yên li Rojava. Divê mirov ji bîr neke ku li gel peyman hatiye îmzekirin jî dorpêça li ser Kobanê hêj berdewam dike, Lewma divê rihê seferberiyê jî bidome.”
‘Kurd nîşanî cîhanê dan: Rojava xeta sor e’
Di dawiya axaftina xwe de Çeçan Topçu bi bîr xist ku heke dewleta Tirkiyeyê bixwaze pêvajoyê bi aşitiyê encam bike û rêya xweşiyê hilbijêre, divê dev ji polîtikayên şer berde û wiha derbirî: “Gelê Kurd tevî serokên xwe nîşanî dinyayê dan ku Rojava ji bo wan xeta sor e. Lewma dewleta Tirkiyeyê pêwîst e dev ji dijminatiya Rojava berde û bi destê çeteyan li Rojavayê Kurdistanê nelîze.’’

‘Dewlet demokrasiyê nade gel ava dike’
Endamê Komeleya Çand û Ziman ya Dêrsimiyan Alî Firat, diyar kir ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê naxwaze Kurd li wir bibin xwedî maf dixwazin Kurd bêstatû bin Alî Firat got ku heke Kurd ji bo mafên xwe bibin yek, dê ti hêz nikaribin pêşî li Kurdan bigirin û ev tişt gotin: “Ji bo Rojavayê Kurdistanê Kurd li her derê rabûn ser piyan. Gotin; ‘Mafê me ye ku em jî wekî gelên din bi ziman û çanda xwe bijîn’. Lewre Kurd li çar aliyên cîhanê bûn yek. Zext li ser dewletên Ewropî û Amerîkayê çêkirin. Li ser vê yeke hêzên navdewletî gavek paş de avêtin. Peyaman ku bi dewleta Sûriyeyê re hatiye îmzekirin jî baş e. Dê Kurd bi hêza xwe ya leşkerî û sazî û dezgehên xwe yên demokratîk ji Rojhilata Navîn ve bibin mînakeke bêhempa. Divê Kurd ji bîr nekin ku eger bi zimanê xwe biaxivin, çanda xwe bijîn û gavên ber bi pêş ve biavêjin, wê demê dê mafên xwe yên din jî dê hêsantir bi dest bixin. Hem gelên Sûriyeyê hem jî gelên Tirkiyeyê wê mecbûr bimînin ku mafên Kurdan bidin Kurdan. Ev mecbûriyet mecbûriyeteke erênî ye. Lê ji aliyekî din ve divê Kurd dev ji têkoşînê bernedin. Divê kurd ji bo destkeftiyên xwe û mafên xwe li her qadê bixebitin û têbikoşin. Dewlet demokrasiyê nade, gel ava dike. Dewletê bi salan di bin navê demokrasiyê de gelek derew gotin. Ya me dibe pêş dixe, yekbûna Kurdan û têkoşîna wan a ji bo mafên wan e.’’
‘Beriya petrolê mafên me hene’
Alî Firat di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo aştiyane, bi ziman û çanda xwe were jiyîn divê li her derê şer raweste û wiha pê de çû: “Em ti carî qebûl nakin ku kes zilmê li me bike. Divê em bê tirs û bi rehetî ji bo daxwaziyên xwe têkevin nav hewldanê. Planên dewletên mêtinger ên li derdora me hene, hem li Rojava hem jî li Rojhilata Navîn tev şer dixwazin. Li vir petrol heye, av heye. Ji ber vê yekê aştiyê naxwazin. Em jî mirov in. Beriya petrol û avê, mafên me hene. Divê em van bi dest bixin. Eger ev bibe, hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn aşitî dê pêk were. Eger em di mijara daxwaziyên xwe bibin yek, em karibin rê li ber van dewletên mêtinger bigrin. Kurd bi hêza xwe heta cihekî hatine. Lewra divê êdî em paş de gav navêjin û siyaseteke yekgirtî deynin li pêşiya xwe.’’
‘Dibe ev peyman mafê Kurdan mîsoger bike’

Endama Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê Zîlan Gumuş anî ziman ku mehekê beriya niha çeteyan li pêş çavên dewletên ku digotin ‘em girîngiyê didin mafê mirovan’ êrişî Rojavayê Kurdistanê kirin, maf jî binpê kirin û got: “Em diyalog û peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin gelekî biqîmet dibînin ji ber ku ev peyman kir ku êriş bisekinin û mexdûriyet kurtir nebin. Ji bo parastina jiyana sivîlan û pêşîlêgirtina koçberiya bi zorê ev gav, gaveke pêwîst bû. Her wiha bi vê peymanê eger têkoşîn û hewldaneke bi rêk û pêk bê meşandin îhtimal heye ku mafên Kurdan, di nav Sûriyeyê de bên mîsogerkirin.’’
‘Cîhan dê bi piştevaniya Rojava baştir be’
Zîlan Gumuş dawiya axaftina de banga hestiyariyê ji raya giştî û rayederan kir û got: ‘’Her mirovê ku dixwaze dinya ber bi ciheke baş ve biçe, divê bi Rojava re di nav piştevaniyê de be. Rayedarên Tirkiyeyê jî heke bixwazin pêvajoya aşitiyê bidome, divê bi awayeke aşitiyane nêzî Rojava û Suriyeyê bibin û li hember îradeya gelan rêz bigirin.’’













