Her sal di rojên ewil ên cejnê de qezayên trafîkê zêde dibin. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di 2 rojên ewil ên Cejna Remezanê de hezar û 475 qezayên trafîkê pêk hatin û 19 welatî mirin.
Her sal di cejnên Remazan û Qurbanê de ji ber tedbîr nayên girtin û ajokar li gorî pîvanan tev nagerin qezayên trafîkê zêde dibin. Îsal jî di 2 rojên ewil ên Cejna Remezanê de qeza zêde bûn. Di 30ê Adarê ango roja ewil a cejnê de
709 qezayên trafikê pêk hatin û 14 kes mirin. Di qezayan de hezar û 280 kes jî birîndar bûn. Di 2 rojên dawî de hezar û 475 qezayên trafîkê pêk hatin û 19 kes birîndar bûn. Bi giştî di qezayên 2 rojan de 2 hezar û 499 kes birîndar bûn.