• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê agirê yekem ê Newrozê tê pêxistin

    Li Amedê agirê yekem ê Newrozê tê pêxistin

    Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

    Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

    Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn

    Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn

    Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

    Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

    ‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

    ‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

    Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

    Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê agirê yekem ê Newrozê tê pêxistin

    Li Amedê agirê yekem ê Newrozê tê pêxistin

    Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

    Êrişên li ser Başûr û Iraqê bênavber didomin

    Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn

    Ji bo Celal Amed mewlûd hat dayîn

    Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

    Li Kadîfekaleyê agirê Newrozê geş bû: Hezar silav li Îmraliyê!

    ‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

    ‘Mafê tenduristiyê bi avakirina civaka demokratîk pêkan e’

    Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

    Rêya M4 ji çûn û hatinê re hat vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di hefteyekê de li Bakur û Tirkiyeyê 215 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan / AW

16 ÇILE 2026 - 12:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li bajarên Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê di nav hefteyek dawî de heta niha nêzî 200 kesî di çalakiyên xwedîderketina li Rojava de hatin binçavkirin. Ji van 200 kesan 10 kes hatine girtin.

Çeteyên HTŞ û SMOyê ku di 6ê Çileyê de êrişek berfireh li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê dabûn destpêkirin û komkujî li dijî xelkê taxan pêk hatin. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî li dijî êrişên li ser Rojava çalakî, meş û daxuyanî tên lidarxistin û her ku diçe hêrsa li dijî êrişan zêdetir dibe.

Li gelek bajaran meş, daxuyanî û çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Polîs gelek caran bê ser û bger êrişî çalakiyan dikin û çalakvanan binçav dikin. Di van çalakiyan de nûçegihanê me Nedîm Orûç jî ku li Cizîrê nûçe dişopand, hat binçavkirin. Her wiha di rojên dawî de polîs bi ser malên de digirin û welatiyan dixin binçavan.

Li Cizîrê zarokek hat girtin

Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr û Silapiyayê di navbera 8 û 14ê Çileyê de bi giştî nêzî 30 kesan hatin binçavkirin. Di 8ê çileyê de li navçeya Cizîrê gel xwest êrişan protesto bike, lê polîsan êrişî girseyê kir û 3 ciwan bi lêdanê kirin binçavan. Polîsan xeberên nexweş ji rojnamegeran re jî gotin û gefa kuştinê li wan xwarin. Ciwanên hatine binçavkirin, roja din hatin berdan.

Di 13ê Çileyê de li Silopiya û Cizîrê polîsan bi ser gelek malan de girt û di nav de zarok jî hebû, 17 kes binçav kir. Di nava van kesan de zarokê bi navê R.A. yê 15 salî bi hinceta “emdantiya rêxistinê” hat girtin û kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di 14ê Çileyê de jî ciwanan li taxa Nûrê ya Cizîrê êrişên li ser Rojava protesto kirin. Polîsan li vir jî tevî nûçegihanê me Nedîm Orûç 5 kes binçav kirin û ev 5 kes hê jî di bin çavan de ne.

Li Amedê 4 kes hatin girtin

Li Amedê di 12ê Çileyê de polîsan bi ser malan de girt û Baran Çinar, Hayat Ozmez, Muhammed Altinkaya û Roza Bakî binçav kirin. Her 4 kesên ku ev 4 roj in di binçavan de bûn, îro ji aliyê Dadgeha Silh û Sizayê ya 1emîn a Amedê ve hatin girtin.

Li Mêrdîn û navçeyên wê jî binçavkirin çêbûn

Di 13ê Çileyê de li navçeyên Qoser û Artûklûyê polîsan bi ser malan de girt û gelek ciwan hatin binçavkirin. Herî dawî di 15ê Çileyê de polîsan li navçeya Qoserê careke din bi ser gelek malan de girt û Mehmet Nûr Tanirgan, Emîr Çakir, Yûsûf Elîş, Alî Tûrgay û Tacettîn Aslan binçav kir. Pêvajoya binçavkirinê hê jî didome.

Li Wanê 17 ciwan di bin çavan de ne

Li Wanê jî di 14ê Çileyê de polîsan bi ser gelek malan de girt û 7 ji wan zarok 17 ciwan binçav kirin. Dema binçavkirina ciwanan hat dirêjkirin û pêvajo didome.

Li Êlihê 23 kes hatine binçavkirin

Di navbera 10 û 15ê Çileyê de li taxên Baglar, Çamlitepe û Bayindirlik yên Êlihê polîsan di demên cuda de bi ser malan de girt û bi giştî 23 kes binçav kirin. Di nav van de kesek hat girtin.

Li metrepolên Tirkiyeyê jî ciwan hatin biçavkirin

Her wiha gelek bajarên Tirkiyeyê jî di demên cuda de gelek kes hatin binçavkirin. Li Edeneyê 7, li Mêrsînê 4 û li Stenbolê jî di çalakiyên cuda de 105 kes hatin binçavkirin û ji van 105 kesan 4 kes hatin girtin.

Vê sibehê polîsan dîsa li navçeyên Stenbolê bi ser malan de girt û herî kêm 15 kes kirin binçavan.

 

Etîket: binçavkirinRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026
Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hate binçavkirin

Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hate binçavkirin

28 SIBAT 2026
Îran de rojnameger Îlaya Mihemed ameye destbendkerdene!

Rojnameger Îlaya Mihemed hat binçavkirin

26 SIBAT 2026
Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

25 SIBAT 2026
Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

22 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ehmed Huseynî bû rêwiyê nemiriyê: Li pey wî mîrateyek qewî ma

    Ehmed Huseynî bû rêwiyê nemiriyê: Li pey wî mîrateyek qewî ma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara xêzeroman a ‘Bajar’ dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Têkoşîna Rewşan û Mazlûman bi Rêbertiya Ocalan bû manîfestoya azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi ser Komkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn: Pergala li Rojava armanca komkujiyê pûç kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di çanda Kurdî de kevneşopiya xişr û morîkan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên YYU-KURDÎ: Cil û bergên Kurdî ji bo me remza yekîtî û serbilindî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (428)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne