Bi hezaran kesên li Hecîawa ji bo piştgiriya Rojava meş li darxistin, bang yekîtiya neteweyî kirin.
Li bajarokê Hacîawa ya ser bi sînorê Îdareya Raperîn ya girêdayî Silêmaniyê, bi sedan kes ji bo piştgiriya berxwedana li Rojavayê Kurdistanê kombûn û meşek girseyî lidarxistin. Bi taybet tevî welatiyan gelek mamostayên olî jî amade bûn, di meşê de êrişên ser Rojava hatin şermezar kriin û bang li aliyên peywendîr hate kirin ku dijî metirsiyan bibin yek. Welatiyan di meşê de bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi Rojava re bilindkirin.













