Hizbullahê plana agirbestê ya ku hikumetên Lubnan û Îsraîlê di danûstandinên bi navbeynkariya Amerîkayê de li ser li hev kiribûn, red kir.
AFPê ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî Hizbullahê diyar kir ku Hizbullahê desthilatên Lubnanê agahdar kir ku ew agirbesta bi Îsraîlê re ya li gorî plana her du hikumetan di danûstandinên bi navbeynkariya Amerîkayê de li hev kirine, red dike.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim ê ku tev li danûstandinan nebûye îro da zanîn ku danûstandin “şerm in” û daxuyaniya Washingtonê red kir û got, “ew daxuyanî nexşerêyek e ji bo tunekirina beşek mezin ji gelê Lubnanê û kolekirina yên mayî ye.”
Qasim anî ziman ku “Her çendî dagirkerî heye berxwedana berdewam e.”
Îsraîl û Lubnanê duh li Washingtonê agirbesta bi şertê tevahî êrişên Hizbullahê yên bi piştgiriya Îranê werin rawestandin û tevahî endamên wê ji herêma başûrê çemê Lîtanî vekişin, ragihandibû.













