Hunermendên Kurd têkildarî êrişên çeteyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û serhildana Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin: “Divê hunermend li dijî gefên çeteyan yên li ser Rojava û ji bo azadiya gelê xwe li Rojhilat çalak bin û di serkêşiya vê dema nêzîk de cih bigirin.”
Çeteyên HTŞê û SMOyê di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de gelek jin, zarok û welatiyên sivîl kuştin û sûcê şer pêk anîn. Ji ber êrişên bê ser û ber û hovane bi sedan welatî jî birîndar bûn. Her wiha gelek welatî jî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Tê gotin 120 hezar welatî ji taxan koçber bûne. Malên welatiyên li taxê jî di encama êrişan de hilweşiyan û gelek welatî di bin kavilan de man. Her wiha heman çete çend roj in êrişî Dêr Hafir û gundê derdora Bendava Tişrînê dikin. Li aliyê din serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 19an de berdewam dike. TEVÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn têkildarî êrişên çeteyan û serhildana Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
‘Dixwazin vî gelî careke din bikin qurban’
Hunermendan diyar kirin ku dixwazin gelê Kurd ê li ser axa xwe dijî bikin qurbana berjewendiyên xwe û wiha gotin: “Hemû mafên mirovahiyê binpê dikin, guh nadin kuştin, talan û hovîtiya ku li ser gelê me dibe, berovajiyê wê, rê li ber komkujî û koçberiyan vedikin. Gelê me ku bi hezaran cangorî li dijî hovîtî û terora cihadistan û çeteyên dewleta Tirk dane, dewletên serdest ji bo lihevkirinên xwe yên bêpîvan û dagirkirinê, dixwazin vî gelî careke dikin bikin qurban.”
‘Ruhê yekbûnê di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de derket’
Hunermendan di berdewama daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Ruhê yekbûnê ku di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de derket, diyar kir ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, ne tenê bi sînorên çêkirî, sînorên partî û rêxistinan jî derbaskirin û bi yek ruhî, yek helwestê li hemberî hovîtiyê sekinî. Ev nîşaneya ku qedera kurdan li her deverê bi hev ve girêdayî ye loma helwest jî yeke.”
‘Yekbûn azadiyê tîne’
Hunermendan wiha bang kirin: “Em bi vî ruhî, bang li hemû gelên xwe dikin, di serî de hunermend, rewşenbîr û bîrawir, bi vê helwesta netewî û şanaz, em beşdarî çalakiyan bibin û li kêleka gelê xwe rawestin. Li hemberî tehdîdên talanê yên HTŞê û Tirkiyê yên li ser Rojava û ji bo azadiya gelê xwe li Rojhilat, divê hunermend çalak bin û di serkêşiya vê dema nêzik de cih bigirin ku ne tenê qedera miletê me, ya herêmê bi giştî rastî gefên herî dijwar tê.
Ji bo wê ; di serî de çalakiya ku wê di 19ê mehê de li Berlîn û Bonnê li hemberî hatina Serokê HTŞe Colanî ya ji Elmanyayê re û di 17 û 25ê mehê de ji bo azadiya gelê me ya li rojhilatê Kurdistanê, divê ne tenê li ser medyaya dîjîtal li qadan jî em sekna hunermendan nîşan bidin. Bijî berxwedana gelê me.Yekbûn azadiyê tîne.”












