Rêvebera DAKAH-DERê ku li dijî newekheviya zayendî têdikoşe, Pelîn Ozkahramanê xwest ku hemû jin li dijî kuştina jin û zarokan rabin û li ber tundiyê bisekinin.
Li her qadên jiyanê her roja ku diçe tundiya li dijî jinan zêde dibe. Jinên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tundiya li hemberî jinan têkoşîneke hevpar didin meşandin. Komele û rêxistinên jinan di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de gelek çalakiyên cûr bi cûr li dar xistin. Yek ji van komeleyan jî Komeleya Rewşa Jinan a Piştevaniyê (DAKAH-DER) ye. DAKAH-DER yek ji komeleya jinan e ku li dijî newekheviya zayendî rewşa jinan û LGBTÎyan a civakî, çandî, derûnî û sosyo-aboriyê lêkolîn dike ye. Komeleya ku di sala 2018an de ji aliyê komeke jinên xwendekar ên zanîngehê ve hatiye avakirin, ji bo jinan bihêz bike xebatên xwe dimeşîne. Komele bi armanca avakirina jiyaneke demokratîk ku maf û azadiyên mirovan bê garantîkirin, dadmendiya civakî û aştî serdest e, hişmendiya rayagiştî çêbike û piştgirî bide kes û rêxistinên ku li ser vê mijarê dixebitin hate avakirin. Yek ji rêvebera DAKAH-DERê Pelîn Ozkahramanê behsa avakirina komeleyê û xebatên wê kir.

‘Li dijî newekheviya zayendî têdikoşin’
Pelîn Ozkahramanê li dijî newekheviya zayendî her dem bi her awayî têdikoşin û wiha got: “Em endamên xwe perwerde dikin û xebatên rêxistinkirina endaman dimeşînin. Em li ser gotinên parlamenteran, nûçeyên medyaya dîjîtal lêkolînên taybet û girîng dikin. Bi van lêkolînan raporan amade dikin. Bi kesên pispor re podkestan amade dikin û bi endamên xwe re parve dikin. Em dixwazin li hemberî zordestan jinan biparêzin.”
‘Ji bo pêşxistina yekîtiyê dixebitin’
Pelîn Ozkahramanê di berdewama axaftina xwe de wiha behsa xebatên komeleya xwe kir: “Bala me li ser avakirina kapasîteyê û perwerdeya rêxistinên sivîl ên civakî ye. Em hemû xebatên xwe li ser wekheviya zayendî dimeşînin. Ji ber ku sala malbatê ji bo 17 baroyên li herêmê hate ragihandin, me kapasîteya baroyan di bin sernavên hiqûqa malbatê, qanûna bi hejmara 6284, tiba edlî, ragihandina bêtundî de xurt kir. Me formên hevpar amade kirin û ji bo pêşxistina yekîtiyê dixebitin. Bi hevberkirina huner û hiqûqê, lîstikên şanoyê yên li ser wekheviya zayendî hatin amadekirin û pêşkêş kirin. Bi vî awayî em projeyên ku digihîjin jin û kesên LGBTÎ+ pêk tînin.”
‘Piştgiriyê bidin jin, zarok û kesên LGBTÎ’
Pelîn Ozkahramanê bal kişand ser çalakiyên jinan ên di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî û got: “Em her sal di nav 20 û 25ê Mijdarê de xebat û çalakiyan dikin. Me xebatên hunerî kirin, pirsgirêkên jinan bi lîstika şanoyê vegotin. Em dixwazin di 25 ê Mijdarê de bi hemû jinan re bimeşin. Em dixwazin dengê xwe bilind bikin û bibin yek. Em bang li we hemûyan dikin ku ji bo jin, zarok û kesên LGBTÎ yên ku hatine kuştin û tundî li wan hatiye kirin, bi hev re rawestin û piştgiriyê bidin wan.”













