Çalakvanên Meşa Dirêj gihîştin bajarê Strasbourgê û li wir çalakiyek li dar xistin. Parlamenterê PEyê Emmanuel Fernantes jî di mitîngê de axivî ji bo tevlîbûna mitîng û meşa dîrokî ya Strasbourgê bang kir. Emmanuel Fermantes got “Muxatab Rêber Apo ye.”
Çalakiya Meşa Dirêj a bi wesîleya 26emîn salvegera Komploya Navneteweyî li bajarê Lorient ê Fransayê ji aliyê 26 çalakvanan ve hatiye destpêkirin, berdewam dike. Çalakvanên meşê gihîstin bajarê Strasbourgê û ji aliyê gelê kurd ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha ji Qada Kleber heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê meşek hate lidarxistin.
Beriya meşê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê merasîma rêzgirtinê hate lidarxistin. Girseyê di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo”, “Bê Serok jîyan nabe”, “Ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’’ û “Jin, Jîyan, Azadî” berz kirin û êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.
Meş li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê bi dawî bû. Girseyê piştre mitîng lidar xist. Di mitîngê de Parlamenterê PEyê Emmanuel Fernantes jî axivî. Emmanuel Fernantes diyar kir ku muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye got: “Divê tavilê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin.”
Emmanuel Fernantes di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Rojava jî û wiha axivî: “Divê paradîgmaya Rojava ya wekhev, ekolojîk û azadiya jinan esas digire were parastin. Ev paradîgma ji bo Sûriyeyê jî çareserî ye. Em ê hevgirtina xwe ya li gel gelê Kurd mezintir bikin.”
Emmanuel Fernantes di dawiya axaftina xwe de jî ji bo tevlîbûna mitîng û meşa dîrokî ya ku dê 15’ê Sibatê li bajarê Strasbourgê were lidarxistin, bang kir.