Navenda Nûçeyan – Ji bo şermezarkirina êrişên komên çeteyan ên li ser Rojavayê Kurdistanê, Eniya Piştgiriya Gel a Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan û piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava dubare kir.
Li avahiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmaniyê, Eniya Piştgiriya Gel a Başûrê Kurdistanê têkildarî êrişên çeteyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê li ser Rojava û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Silêmaniyê Fethullah Huseyîn ragihand ku armanca sereke ya dewleta Tirk tunekirina gelê Kurde û got; “Eger bajarê Helebê bê dagirkirin, dê bibe heştemîn bajarê Kurdî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê dagirkirin. Ev jî ew rastî ye ku dewleta Tirk dijminatiyeke mezin li hemberî me heye. Em ji vir radigihînin ku gelê me yê Rojava di bin êrişên dagirkerî û gefên tunekirinê de rûbirû ye. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku helwestekê li dijî êrişên çeteyan û dijmintiya dewleta Tirk bigirin. Gelê Kurd yê Kantona Efrîn, Şehba û bajarê Helebê di bin gefên mezin de ne. Ji ber vê yekê em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dikin ku dengê xwe bilind bikin û helwest bigirin.”
Fethullah Huseyîn bang li aliyên peywendîdar kir û got: “Deriyê Fîşxabûr û Sêmalka divê bê vekirin da ku em bikaribin alîkarî û piştgiriya xelkê Başûrê Kurdistanê bigihînin Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku pêwîstiya me bi helwesteke netewî û yekdengiyê heye.”
Endamê Eniya Piştgiriya Gel Bextiyar Mistefa jî di civîna çapemeniyê de axivî û got; “Çawa ku berê herêmên Girê Spî û Serêkaniyê û Efrînê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dagirkirin, wê demê çeteyên El Nusra û Ehrar Şam beşek bûn ji çeteyên DAIŞ’ê û niha careke din bi piştgiriya dewleta dagirker a Tirk ji bo ji holê rakirina ezmûn û statûya Kurd li Sûriyê, îro jî komên çete yên dewleta dagirker a Tirk heman hewl û siyasetê dimeşînin.”