Êrişên çeteyên HTŞ, SMOyê yên li ser Rojava li navçeya Salihliya Manîsayê hate şermezarkirin.
Gelek kes bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li taxa Gaffar Okan a navçeya Salihliyê ya Manîsayê kom bû. Girseyê pankartên “Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye” û “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye. Teslîm nayê girtin” vekirin, dema xwest dest bi meşê bike, ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.
Girseyê ku li hemberî astengiyê nerazîbûn nîşan da, bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Gelê Rojava ne bi tenê ye” astengiya polîsan şermezar kir.
Hevserokê DEM Partiyê yê Salihliyê Abdurahman Akdemîr daxuyaniya çapemeniyê xwend. Akdemîr diyar kir ku sîstema gerdûnî hewl dide krîzên xwe bi înkarkirina îradeya gelan û bi rêya wêrankirin û zorê bi rê ve bibe. Akdemir bal kişand ser qirkirinên li Rojava û rola hêzên navneteweyî û ev bang kir: “Piştgiriya bi gelê Rojava re ne tercihek e, berpirsyariyeke li hemberî mirovahiyê ye. Ev ne mijara ewlehiyê ye, polîtîkaya tasfiyekirinê ye. Ev ne pevçûn e, dorpêç e. Ev ne rewşeke demkî ye, meyleke bi zanebûn e. Berxwedana îradeya gelan nayê şikandin. Şer, înkar û tarîtiya cîhadîst wê têk biçin; têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê wê bi ser bikeve.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girse bêyî bûyer bi awayekî aram belav bû.















