Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Faîk Ozgur Erol diyar kir ku berika xelatî Dewlet Bahçelî hatiye kirin di serdanên payîza borî de çê bû.
Nîqaşên li ser berika di çapemeniya Tirk de tê gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî kiriye berdewam dikin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) mijar ji Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Faîk Ozgur Erol pirsî. Erol diyar kir ku di çarçoveya serdanên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Bahçelî ziyaret kirine û berikek dane wî û wiha got: “Birêz Ocalan xwesti bû em di dema serdanê de diyariyekê bidinê. Me jî di hevdîtina 12ê Kanûna 2025an de ligel peyama Birêz Ocalan, berikek diyarî kir.”













