Konferansa Zimanê Kurdî ku bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li navenda çandê ya Çand Amedê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi rûnistina 3yemîn didome. Nivîskar Dilawer Zeraq di konferansê axivî û got: “Êdî di mal û malbatê de pergaleke çalak a zimanê Kurdî tune ye.”
Konferansa Zimanê Kurdî ku bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li navenda çandê ya Çand Amedê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi rûnistina 3yemîn didome.
‘Divê şûngehên Kurdî bên avakirin û parastin’
Nivîskarê Kurd Dilawer Zeraq di rûniştanina sêyemîn a konferansê de axivî. Dilawer Zeraq da zanîn ku bi salan e bi rola xwe ya ziman radibin û wiha got: “Malbat bingehek û şûngehek a ziman e. Ji bo ziman kîjan çêtir e divê em bala xwe bidin wê. Ya ku malbatê ji hev xist û belav kir, teknolojî bû. Pergal dixwaze li gundan hemû qadan bikin awayekî sîmetrîk. Pêkanînên asîmîlasyonê bi awayekî kontrolkirî yên îdeolojîk ên dewletê tên kirin. Gund civaka hundirîn e lê dor teng e. Di navbera bajaran û gundan de dibe dortengiyek heye. Ên ku di bajarokan de bijîn dikarin jiyana gund jî bijîn. Zimanê hundurîn zimanê Kurdî ye. Di asîmîlasyonê de armanc zimanê derve bikeve zimanê hundirîn. Asîmîlasyon tu carî bi dawî nabe. Endamên malbat û derve dibin zimanên pir. Weke encam dikarin bêjin roja îro fonksiyona hafizeyî ya qeydkirina ziman gelek guheriye. Êdî bîrên nû tên avakirin. Zanav û ziman, dîkolonîzasyona bi vejandina zimanê Kurdî û çanda mala me dest pê dike. Têkoşîna civakî her tim li dar e. Di mal û malbatê de êdî pergaleke çalak a zimanê Kurdî tune ye. Niha li Başûr hê jî di qonaxa dîkolonî de ne. Dema li Zaxo maç bê lîstin hemû bi Kurdî ye. Şûngeh weke esas e, ji bo ku em Kurdî ji kolonîzasyonê biparêzin divê em şûngehên Kurdî ava bikin. Bi tenê destê malê maye. Em diçin navenda danûstendinê kes bi Kurdî naaxivin, divê li wir Kurdî bê axaftin û belavkirin. Li gelek qadan hunermend, lîstikvan û siyasetmedarên me dertên ser dikê Kurd in, dema pêya dibin dibin Tirk.”
‘Em li dibistanan jî dikarin careke din zimanê xwe zindî bikin’
Midûrê Beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykuşak jî li ser xuyabûna zimên di qada giştî de çawa dikare were zêdekirin axivî û ev nirxandin kir: “Di qada giştî de em çawa rastî Kurdî tên? Bask nîşanî me dide ku pirzimanî li wir heye. Hemû tabelayên wir bi pirzimanî ne û pêşî zimanê xwe weke yê esasî digirin. Beriya ku qeyim tayînî hinek şaredariyan bê kirin me li ser cadeyan ‘pêşî piya’ nivîsandibû. Lê piştî wî ew du zimanî jî bi destê qeyimê hate rakirin. Ziman di jiyana rojane de xuya dibe. Dema ku Kurd ji çend salan destkeftiyek bi dest bixin, lê hewl didin tiştek derxin holê daku wê ji holê bidin rakirin. Mînakên wê gelek in. Ji sal ên 2000î heta 2016an di pêvajoya qeyiman de her tişt li ber çavan bûn. Me li gelek deverên bajêr kiribû bi Kurdî, lê mixabin wan rakirin. Lê niha jî li hin deverên Amedê me dîwanên gelek wêjakarên Kurd nivîsandiye. Niha jî gelek caran hin kes dibin wan nivîsandinan de wêneyan dikşînin. Zarok dema ji dibistanê derdikevin divê tiştên xwe yên çandî fêr bibin. Her wiha li me li gelek deveran zûgotinokan jî nivîsandibûn. Zarok dema di nava malê de bin bi zimanê xwe zanin, lê piştî ku diçin dibistanan dest bi zimanê biyanî dikin. Divê em gotinên pêşiyan li ser dîwaran bidin nivîsandin. Hemû tabelayên nava bajêr dikare bi du zimanî bin. Divê tabeyên nava wan gundan em bikin Kurdî û li ser taybetmendiya wan bixebitin. Em ji bo Kurdên Stenbolê dikarin çi bikin? Em li dibistanan jî dikarin careke din zimanê xwe zindî bikin.”













