Hunermend Mîkaîl Aslan dê di 1ê Hezîranê li Qada Şêx Seîd a Amedê konserekê li dar bixe.
Hunermend Mîkaîl Aslan piştî Cejna Qurbanê dê li Qada Şêx Seîd konsera gel li dar bixe. Konsera bi piştgiriya Şaredariya Sûrê û Sanatça Organîzasyonê dê bê lidarxistin. Konser dê di 1ê Hezîranê saet 20:00an de bêpere bê lidarxistin.
Hunermend Mîkaîl Aslan li ser hasaba xwe ya medya dîjîtal derbarê konserê de hin agahî parve kirin û got: “Konsera me ya 15ê gulanê ji ber hin sedemên teknîkî neçarî hatibû taloqkirin. Bi boneya em vê kêmaniyê hinek jî be rast bikin em ê bi piştgiriya Şaredariya Sûrê û Sanatça Organîzasyonê konsera xwe bi awayê vekirî û bêpere li dar bixin. Bi hatina gelê xwe em ê bextewar bin.”














