Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin, bi konsera Ma Musîcê berdewam kir.
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate organîzekirin, bi konserekê dewam kir. Konser li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat. Di konserê de Ma Music derket ser dikê. Konser bi tevlîbûneke mezin destpê kir û bi coşeke mezin berdewam kir. Welatiyên ku beşdarên konserê bûn bi çepik û stranan konser qedandin.
Piştî konserê, banga tevlîbûna konsera ku dê di 16ê Gulanê de li Qonaxa Cemîlpaşa were li darxistin hate kirin.





















