Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li meş hate lidarxistin û gel xwedî li Rojava derket.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû û meş li dar xist. Di meşê de Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan, Hevşaredarên DEM Partiyê û endam û rêveberên DBPê, TJA, BOTAN-DER û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan welatî beşdarî çalakiyê bûn. Girseya ku dest bi meşê kir pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye” vekir û meşiya. Di çalakiyê de diruşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Rojava Rojhilat e Kurdistanê yek welat e”, “Rojava rûmeta me ye” û “Sêrt ranezê li Rojava bibe xwedî” hatin berzkirin.

Tevî hemû astengiyên polîsan jî girseyê meşa xwe domand û li taxa Çakmakliyê, Sevgîn û li gelek taxên bajêr geriyan. Her wiha polîsan bi fîşekên plastîk û gaza îsotê êrişî girseyê kir û gelek kes ji wê rewşê bandor bûn û du kesên ji ser hişê xwe çûn, rakirin nexweşxaneyê.
‘Ew ê bi vê îradeyê têk biçin’
Parlamenter Sabahat Erdogan di dawiya meşê de daxuyanî da û diyar kir ku Rojava ji bo gelê Kurd pir girîng e û got: “Îro hemû Kurd ji bo Rojava radibin ser pêyan. Yên ku ji 6ê Çile ve piştgiriyê didin çeteyên HTŞê bila li îradeya gelê Kurd binêrin û bibînin ku ew ê bi vê îradeyê têk biçin.”














