Li Wanê gel ji bo Rojava li ser pêyan e. Polîs bi fîşekên plastîk û bombeyên deng êrişî gel dike. Tevî êrişan jî dirûşma, “Bijî berxwedana Rojava” li kolanan olan dide.
Li bajarê Wanê, welatî û ciwan ji bo piştgiriya berxwedana Rojava daketin kolanan. Di çalakiyên ku li navenda bajêr tên lidarxistin tevî êrişan jî didomin.
Kolan bi kolan berxwedan
Li ber Bazara Sebzeyan a Wanê welatî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” dest bi meşê kirin. Ciwanên ku pêşengiya çalakiyan dikirin, bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û banga xwedîderketinê kirin.
Polîsan ji bo belavkirina girseyê, gelek caran bi fîşekên plastîk û bombeyên deng êriş birin ser gel. Tevî mudaxileyên tund û bikaranîna gaza îsotê jî, çalakiyên ciwanan li kolanan didomin û girse belav nabe.

Rêveberê DEM Partiyê yê navçeya Ercişê Eyup Kartal hat binçavkirin. Kartal di dema binçavkirinê de rastî îşkence û tundiyê hat.
Heta vî saetî jî li tax û kolanên navendî yên Wanê bi dengê dirûşman bilind dibe û olan dide. Polîsan li gelek xalan bend danîne, lê welatî bi biryardarî çalakiyên xwe yên piştgiriya Rojava didomînin.













