Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît bal kişand ser girîngiya rewşa sermuzakerevanê sereke ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin.”
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît tev li Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber TV bû û derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên di rojeva li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxandin kirin.
Helîn Umît di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser banga 82 xelatgirên nobelê, rewşenbîr, nivîskar û zanyanaran û wiha got: ” Ev 82 rewşenbîr jî, bi taybetî rageşî, deryaya xwînê û şerê li Rojhilata Navîn berçav digirin û azadiya Rêber Apo dixwazin. Li Tirkiye û Kurdistanê rewşenbîr hene, yan jî kesên xwe weke rewşenbîr dibînin hene, lê belê li pêşberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo bi rastî jî tevî derfetê kêm jî dixwaze pêş bixe, bê hestiyar in. Di vî warî de ez hemû rewşenbîrên ku îmzeya xwe avêtine vê metna bangê silav dikim. Ez hêvî dikim ku tenê bi bangê re sînordar neminin.”
‘Ewropa pergala înkar û îmhakirina Kurdan ava kir’
Helîn Umît da zanîn ku beriya çend rojan, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 9-11ê Hezîranê de civînên xwe lidar xistin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Sala borî, Konseya Wezîran a Ewropayê wext dabû Tirkiyeyê û jê xwestibû ku pêdiviyên peymana DMMEyê bi cih bîne. Lê belê nehat bicihanîn û îsal jî neket rojevê. Ewropa xwe weke navenda demokrasiyê pênase dike, lê dema mijar dibe Kurd û Kurdistan bêdeng dibe, helwest raber nake û hetta dibe hevkarê sûc jî. Divê mirov vê pirsê baş fêm bike. Rêbertî sala 98an, dema ji Şamê derket, berê xwe da Ewropa. Çima Ewropa? Ji ber ku li çareseriya siyasî digeriya. Lê belê hemû derî li ser rûyê wî hatin girtin. Yanî weke kesê ku nayê xwestin, hate îlankirin. Di rastiyê de Ewropayê bi xwe sîstemeke li ser esasê înkar û Îmhakirina Kurdan, qirkirina Kurdan û xistina gorê, ava kir.
‘Dixwazin Rêber Apo kontrol bikin’
Di berdewa axaftina xwe de Helîn Umîr bi bîr xist ku bi hemû tifaqên xwe yên nû ve Şerê 3yemîn ê Cîhanê li herêmê berdewam dikin û ev tişt gotin: Li Rojhilata Navîn dîzayneke nû heye. Têkilî û tifaq jinûve şêwe digirin, di rewşeke wiha de li dijî Kurdan stratejî tê guhertin. Beriya 100 salan, Tirkiye weke Proto Îsraîl hate avakirin, li herêmê ji bo avakirin û piştgirî dayîna Îsraîlê hate avakirin. Dixwazin Rêber Apo kontrol bikin. Dijberiya Îsraîlê ya li dijî Tevgera Azadiyê ji vê derê tê. Ji ber vê yekê NATO, Emerîka û Îsraîlê piştgirî da şerê li dijî me.”
‘Li ser her mekanîzmayê divê konferans û nîqaş hebin’
Helîn Umît bi bîr xist ku Konferansa Veguherîna Demokratîk di demên dawî de xebata herî girîng bû wiha derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Li aliyekê pirsgirêkên esas ên Tirkiyeyê hene, pirsgirêkên bi kok hene, bi zehmetiyên xwe, xwe ferz dike. Li aliyê din jî şerê ji bo kursiyan, rojevên cuda, rojevên şerê taybet hene. Di atmosfereke wiha de li Tirkiyeyê konferanseke li gorî rojeva wê guncaw, hate lidarxistin. Lê belê axaftvanên roja destpêkê, analîzên pir hêja kirin, îrade nîşan dan. Ne tenê kesên beşdarî konferansê bûne, partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê peyamên watedar şandin. Belê, pirsgirêka esas a Tirkiyeyê, pirsgirêka veguherîna demokratîk e. Divê di her mekanîzmayeke Tirkiyeyê de konferansên wiha, nîqaş û rojevên wiha çêbibin.”
‘Daxuyanî hene pratîk tune’
Di berfirehiya axaftina xwe de Helîn Umît anî ziman ku Tirkiye pirsgirêka herî zêde girîng di holê de hiştiye, ev rewş fikaran çêdike û got: “Devlet Bahçelî bê navber behs dike ku ew ê ji bo pêvajoyê israr bikin. Pêşniyaran dike. Nirxandinên Rêber Apo jî ji bo vê yekê çêbûn. Lê belê di pratîkê de tiştek nîne. Mesele, herî dawî bi rexneyên me re, eger were bîra we me di bernameya we de nirxandibû, ji bo pêvajoyê nexşerêyeke bi 7 maddeyî, konsesuseke dewletê ji aliyê Devlet Bahçelî ve hate vegotin. Rexne û redkirinên me yên ji bo wê, dewam dikin. Di dema dawî de Tayyîp Erdogan ew bêdengiya xwe şikand. Qebûl kir ku pêvajo însiyatîfeke dewletê ye. Rewşeke ku ne li gorî cidiyet û rewşa dewletê heye.”
‘Qeyim li CHPê hatiye tayînkirin’
Helîn Umît bal kişand li ser operasyon û êrişên li dijî CHPê û derbarê mijarê de wiha got: “CHP partiya damezrîner a komarê ye. Ji ber vê yekê jê re dibêjin partiya Ataturk e. Eger hûn bipirsin, bibêjin gelo pêwîstî bi guhertina CHPê heye yan na? Belê, divê CHP ji bingehînî ve bê guhertin. Divê CHP jî dikeve nava pêvajoyeke guherîn û veguherînê. Yanî bûyerên diqewimin eleqeya xwe bi guhertin û veguhertina ku qalê dikim nîne. Di rewşa heyî de, bi biryara ‘Bêhukumiya Teqez’ re mirov dikare bibêje ku qeyûm li ser CHPê hate tayînkirin. Ne tenê li nava CHPê li Tirkiyeyê hema bibêje her dever bi rejîma qeyûm êdî tê birêvebirin.”
‘Bingeha pirsgirêkên civakî zayendperestî ye’
Di nirxandinên xwe de Helîn Umît li ser mijara pirsgirêkên civakî ên zayendîperestiya sekinî û wiha pê de çû: “Jin weke zayenda duyemîn tê dîtin, tê kolekirin, têkiliyên hegemonya yên li hemberî jinê têne danîn ku ev yek di bingeha hemû pirsgirêkên civakî de ye. Rojane komkujî tê kirin. Ez ê bêm ser ‘heneka’ biçûkxistinê Rahmî Koç. Lê belê ev yek nîşaneyeke basît a mejiyê heyî ye. Pirsgirêka nasnameya zayendê û pirsgirêka me ya avakirina vê yekê li ser bingeha azadiyê hîn kûrtir e. Polîtîkaya qirkirina jinê bi destê medyayê jî tê dewamkirin. Polîtîkayên ‘Sala Malbatê’ tê kûrkirin. Hewl tê dayin ku derketina jinan a li qada cemaweriyê bê astengkirin.
‘Divê jin têkevin lêgerîna wateyê’
Helîn Umît di dawiya axaftina xwe de hemû cangoriyên di meha Hezîranê bi bîr anî û wiha derbirî: “Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertî di nava mercên zindanê de hîs kir û li hemberî vê bi hêrseke mezin çalakî kir. Fedaîtî, çalakiyeke mirinê nîne. Rêber Apo ev yek timî red kir. Fedaîtî çalakiya jiyanê ye. Ya ku di nava PKKê de pêk hat, di xeta PAJKê de şênber bû, xeta fedaîtiyê xeta jiyanê ye. Bi wesîleya bernameya we dixwazim bibêjim, divê jin hemû bikevin nava lêgerîna wateyê.”













