• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hem saxlem e hem erzan e

Nedim Oruç / AW

24 ÎLON 2025 - 08:20
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Şirnex- Hostayê diwarê keviran Mehmet Sînan Çelîk ku karekî pir zahmet dike, destnîşan kir ku ew heqê nanê xwe ji keviran derdixe û karê wan hem ekolojîk e û hem zerarê nade xwezayê. Welatî Suleyman Salgucak jî anî ziman ku dîwarên keviran hem saxlem e û hem jî erzan e.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe buhayê alav û amûrên avakirina avahiyan zêde dibe. Ji ber buhabûna hêsin, çîmento, xîz û cureyên din ên di înşaatan de tên bikaranîn, êdî gel berê xwe daye bikaranîna keviran. Li Şirnex jî welatî êdî him ji bo sexlemiyê him jî ji bo erzaniyê diwarên xanî, hewş û hewzan bi keviran lêdikin. Li Şirnex ji ber kêmbûna hosteyên çêkirina diwarên kevir, gelek hoste ji derveyî bajêr tên û li vir dixebitin. Mehmet Sînan Çelîk ku ji Amedê ye, tevî gelek xizmên xwe li Şirnexê dixebite. Mehmet Sînan Çelîk anî ziman ku 5 sal in li Şirnexê vî karî dike û got: “Karê em dikin pir zehmet e. Serê sibê em zû tên ser kar. Em karê lêkirina dîwaran dikin. Em bi keviran dîwaran lêdikin. Em dişkînin û dikin dîwar. Li gor zehmetiya karê me em pereyek baş distînin. Destheqê me rojê 2500 TL ye û xwediyê kar xwarin, vexwarin û cihê razana me jî eyar dike.”

Beton xerarê dide xwezayê

Mehmet Sînan Çelîk diyar kir ku diwarên ew lêdikin ji yê betonê baştir e û wiha axivî: “Niha dema xizê çeman bikar bînin ew beton piştî çend salan êdî weke axê lê tê. Her wiha gelek deveran êdî kanên keviran hatine vekirin û wan keviran dikin xîz. Lê ev yek jî zerarê dide xwezayê. Em piranî keviran ji nav zeviyan dertêxin. Him zeviyan paqij dibin da ku xwediyê zeviyê karibe çandiniyê bike, him jî em xwezayê diparêzin.”

Mehmet Sînan Çelîk herî dawî anî ziman ku piraniya gel ji ber bihabûna hesin, çîmento, xîz û hwd, êdî nikarin avahiyan lêkin. Di aliyê buhabûnê de di navbera karê me û kare betonê de ji sedî 50î cudahî heye. Em bi salan e li vir dixebitin. Em bi keda xwe debara xwe dikin. Em nanê xwe ji kevir derdixin.”

Beton pir buha ye

Welatiyê ku diwarê derdora baxçeyê wî tê çekirin Suleyman Salgûcak jî anî ziman ku li Şirnexê 4 santralên betonê hene û got; “Van her 4 santralên betonê xwe kirine yek û betonê buha difiroşin. Êdî li Şirnexê gel jî keviran ji nava erdê xwe dertixe û dike diwarê hewşê. Him saxlemtir e, him jî erzantir e.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

Çapemeniya Îsraîlê: DYAyê Îsraîl agahdar kir,  dê êrişî Îranê bike

9 HEZÎRAN 2026
Donald Trump ji bo alîkariya xwepêşandêrên Îranê bibiryar e

Netanyahu: Dibe em bi Îranê re bi tenê serê xwe şer bikin

9 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

9 HEZÎRAN 2026
Jinên li Îzmîrê li dijî pakêta darazê meşiyan: Em dest ji nafakayê bernadin!

Jinên li Îzmîrê li dijî pakêta darazê meşiyan: Em dest ji nafakayê bernadin!

9 HEZÎRAN 2026
Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

9 HEZÎRAN 2026
‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (263)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne