• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

    Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    ‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

    Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

    Pirtûka helbestan a Yehya Omerî a ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derçû

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevdîtinên entegrasyonê dest pê dikin: Dê çi bibe, xeterî çi ne?

Qamişlo / AW

2 SIBAT 2026 - 13:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Pêvajoya pêkanîna peymana di navbera Rêveberiya Xweser-Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de îro dest pê dike. HSDê piştî navê waliyê Hesekê diyar kir, şandeya Hikumeta Demkî ji bo danûstandina îro tê Hesekê.

Piştî êrişên hovane yên li ser Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd û mirovahiya pêşverû ya kûrewî di 30yê Çile de peymanek di navbera Rêveberiya Xweser-HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hat. Li gorî peymanê pêvajoya meriyetê divê îro dest pê bike. Çav li rê ye di çarçoveya merheleya yekemîn a peymanê de ji îro pêve gavên şênber bên avêtin.

Li Qamişlo û Hesekê qedexeya derketine derve

Rêveberiya Xweser rojek berî hatina şandeya Hikumeta Demkî biryar da ku di 2yê Sibatê de li Hesekê û di 3yê Sibatê de jî li Qamişlo qedexeya derketina derve ragihîne. Di daxuyaniya li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn hate kirin de sedema biryara derneketina ji derve wekî tedbîrek ji bo aramiya bajaran û welatiyan hate eşkerekirin. Lê çavkaniyên pêbawer ên Rêveberiya Xweser anîn ziman ku ev birryar bi boneya îhtîmala provokasyonê hatiye dayîn. Çavkaniyan daxuyand ku dibe şaneyên çeteyan ji vê rewşê sûd werbigirin û êrişî deverekê bikin. Çavkaniyan wiha got: “Çend caran agirbest hatin îlankirin lê li gorî pêwistiyên agirbetan tevnegeriyan. Ev yek bû sedema bêbaweriyê. Îhtîmal heye dema şandeya hikûmetê were propaganda û provokasyonên cuda pêk bên. Ji bo pêşî li van were girtin, ev biryar qedexeyê hate girtin.”

Danûstandina agahdarkirinê dê pêk bê

Li gorî peymanê divê nîqaşên li ser mijara entegrasyonê bên kirin. Li gorî çavkaniyan jî ev tê wateya danûstandina agahiyan a derbarê rewşa heyî de û wiha gotin: “Şande dê li rayedarên Kurd guhdar bike û hebe pirsek wan dê bê bersivandin. Di heman demê de têkiliya di navbera aliyan de dê li ser çi esasî, çawa û bi kîjan rêbazan pêk bê, dê bê zelalkirin. Derbarê rê û rêbazên meşandina îdarî de jî dê nîqaş bên meşandin. Bi taybetî karên îdarî çewa tên meşandin û dê ji niha ve çawa bên berdewamkirin.” Çavkaniyan anî ziman ku şande duh çû Kobanê û hin nîqaş hatin meşandin, îro jî dê şandeyên Hikûmeta Demkî bê Hesekê û sibê jî dê biçe Qamişloyê.

Hêzên leşkerî û ewlehiyê dê bên nîqaşkirin

Têkildarî vekişîna leşkerî jî çavkaniyan anî ziman ku dê di 2yê Sibatê ango îro di aliyê ji nûve bicihbûna hêzên leşkerî de dê pêşketin çê bibin. Çavkaniyan daxuyand ku her du alî dê bi awayek hevdem qademeyek paşve bikişin û ev agahî dan: “Şande dê du tiştan nîqaş bike. Yek têkiliya hêzên ewlehiya hundir a bi wezareta karên hundir re, a din jî rewşa hêzên leşkerî ye. Ew ji wekî tê zanîn HSD dê Hesekê wekî sê tûgayan û li Kobaniyê jî wekî tûgayekê bê vesazkirin. Hurgiliyên vê mijarê hene. Ev yek jî dê bê nîqaşkirin. Lê berî wê hêzên Hikûmeta Demkî dê ji herêmên Kurdan dûr bikevin û xwe vekişînin navçeya Şedadê. Li hemberî vê yekê HSD jî dê qedemeyek paşve bikişe. Li ser vî esasî dê têkilî û rewşa pêşerojê bê zelalkirin.”

Rewşa îdarî dê bê nirxandin

Wekî xalên peymanê dê entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de bê pêşxistin. Çavkaniyan got ku ev yek jî tê wateya tayînkirina karmendên sivîl û ev agahî dan: “Wekî tê zanîn mijara entegrekirina saziyan de gelek hurgilî hene. Jixwe niha rêveberiyên van saziyan hene. Berê hem saziyên rejîma Beşar Esad hebûn û hem jî saziyên rêveberiya xweser. Ev her du sazî dê bibin yek. Ev jî pêwistiya ji nûve vesazkirina karmendan, kar û xebatan derdixe holê. Şande dê vê yekê jî nîqaş bikin.” Çavkaniyan bi bîr xist ku di vê çarçoveyê de HSDê ji bo Walîtiya Hesekê û Cigirtiya Wezareta Parastinê ya Sûriyê û gelek pozîsyonên din nav diyar kirin û ji Şamê re ragihandine. Tê gotin yek ji fermandên HSDê Çiya Kobanê ji bo cîgiriya Wezareta Parastinê û navê siyasetmedar Nuredîn Ehmed (Nuredîn Xanika) jî ji bo walîtiya Hesekê di rojevê de ye. Kesên hatine diyarkirin dê di demek kin de dest bi kar bikin û têkiliya Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi giranî li ser van kesan pêk bê.

Perwerde û vegera koçberan xalên herî girîng in

Çavkaniyan anî ziman ku ligel mijarên leşkerî û îdarî gelek mijarên çand, perwerde û mafên bingehîn jî hene û balkişandin ser van xalan: “Di merheleyên pêş de jî mijarên girîng hene. Ji mafen bingehîn ên demokratîk bigire heta mafe perwerdehiyê û vegera koçberan. Xala perwerde û vegera koçberan xalên herî girîng in. Ev mijar jî dê bên nîqaş kirin lê dibe teqeziya wan di merhaleya duyemîn de zelal bibe.

Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwist digire

Li ser pirsgirêk û astengiyên pêkanîna peymanê jî çavkaniyan anî ziman ku ji ber polîtîkayên Hikûmeta Demkî hê jî gelek gumanên gelê Kurd û îradeya wan a siyasî heye. Çavkaniyan wiha got: “Ji ber ku Hikûmeta Demkî di hind peymanên berê de di bin bandora hêzên derveyî de paşve gav avêt. Bi taybetî zêde guh dide sepandinên Tirkiyê. Bi vê sedemê Rêveberiya Xweser hemû îhtîmalan li ber çavan digire û tedbîrên pêwist digire.”

Di hin mijaran de nezelalî didome

Têkildarî têgihiştina li ser peymanê jî çavkaniyan anî ziman ku caran helwestên dixwazin xalan li gorî xwe şîrove bikin derdikevin holê û bal kişandin ser van xalan: “Hewldanên wekî lîstika peyvan tên dîtin. Mînak hin derdor dixwazin hatina şandeya wezareta hundirîn wekî ketina hêzên Hikumetê ji bo bajarên Kurdan nîşan didin. Ev tiştek wisa nîn e. Dê wekî şandeyek bê mijarên entegrasyonê nîqaş bike û dema karên wan diqedin jî dê biçin. Bes hind hêz di bin vê rewşê de dibe bixwazin xwe mayînde jî bikin. Ev yek dê hingê pêvajoyê ber bi cihek din ve kaş bike. Lê rastiyek heye ku peyman bi cih bê em dê derbasî mehaleyek din bibin. Rê û rêbazên têkoşîn û berxwedanê dê berfirehtir bibin. Lê em hê jî ji wê noqteyê dûr û gelek talûke li pêşiya Kurdan e. Divê di hundir de û derve gelê Kurd bêyî sistbûnê berxwedanê mezin bike.”

Şande ne mayînde ne

Hatina van şandeyan demkî ye, esasê vê meseleyê jî Rêveberiya Xweser a Rojava ye. Çavkaniyan da zanîn ku şande li Rojava ne mayînde ne û rêveberiya deverên Rojava dê ji aliyê Kurdan ve bê kirin. Çavkaniyan diyar kir ku îdareya li deverên Rojava wê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bê birêvebirin.

 

 

 

 

 

 

 

Etîket: Peymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî 5 salan ‘doza tazmînatê’: Dadgehê gefa girtinê li malbatan xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (400)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne