Heyeta DEM Partiyê ku çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, dê sibê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Heyeta ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder pêk tê serê sibê çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Heyetê piştî hevdîtin pêk anîn vegeriyan. DEM Partî piştî ku parlementerên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ji giravê vegeriyan gotibû ku wê der barê hevdîtinê de daxuyanî bê dayîn. DEM Partiya daxuyand ku têkildarî mijarê wê sibê daxuyanî bê dayîn.