• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

    HSD: Li herêmê tevgera balafirên dewleta tirk heye

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

    HSD: Li herêmê tevgera balafirên dewleta tirk heye

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Heyeta Ewropî ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname da parêzeran

Stenbol / AW

1 TÎRMEH 2025 - 12:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Heyeta Ewropayî ku ji 39 kesan pêk tê, bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat Tirkiyeyê, daxwaznameyek radestî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir.

Platforma Azadî û Aştiyê ya EWropayê (EFFP) ku ji hêla akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên ji ber zextan ji Tirkiyeyê koçî derveyî welat bûn ve hatiye avakirin, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de ji welatên cuda 39 kes ku rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, wekîl û hiqûqnas jî di nav de ne, hatin Stenbolê. Mebesta heyetê ew e ku bi daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi derdorên cuda re hevdîtinê bike. Heyet di vê çarçoveyê de ewil çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Abdullah Ocalan dike.

Heyetê di serdana xwe de daxwaznameyeke bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re radestî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir.

‘Hatina we gelek girîng e’

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ji ber serdanê spasiya heyetê kir û got: “Di vê pêvajoya em tê de ne tişta we kirî karekî gelek girîng e. Hûn ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin ku li Girava Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin. Weke parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji 1999an heta niha ku Abdullah Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê kirin, parêzertiya wî ya hiqûqî dikin. Lewma yên ji ewil şahidiya her tiştên li Îmraliyê diqewimin dikin, em in. Bêguman piraniya tiştên em lê bûne şahid, nebaş bûn. Bêguman carên ku hêviya me çêbûyî, serdemên birêz Ocalan bi dewletê re pêwendî danî û pêvajoyên aştiyê jî çêbûn. Bû 6 meh ku em dîsa di serdemeke wiha de ne. Çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî ku piştperedeyeke wan a dîrokî heye, aliyê xwe yê sosyolojîk û hwd. hene, zehmet e. Hewceye em bi sebir bin, pêwîstî bi hewldanan û ya herî girîng jî bi piştevaniyê heye. Di vê çarçoveyê de hatina we ya vê derê gelek girîng e.”

‘Em ji bo piştevaniya bi birêz Ocalan re li vir in’

Piştre jî Parlamentera Îtalyayî Francesca Cerasani li ser navê heyetê axivî û wiha got: “Em ji bo piştevaniya bi gel û birêz Ocalan re li vir in. Hêvîdarin ev hewldan mezin bibe û bi rastî jî dixwazin li vê derê piştevaniya xwe nîşan bidin.”

Etîket: Abdullah OcalanBuroya Hiqûqê ya SedsalêHeyeta Ewropayê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Divê hiqûq ji nû ve were sazkirin

Di nameya Ocalan a ku Hakan Fîdan behsa wê dike de çi heye?

9 ÇILE 2026
Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

8 ÇILE 2026
Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû

Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû

2 ÇILE 2026
Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

31 KANÛN 2025
Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

31 KANÛN 2025
Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (387)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne