• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

    Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎKP: Em dev ji pirskirina aqûbeta Gulistan Doku bernadin

Îzmîr / AW

17 NÎSAN 2026 - 21:07
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
 ÎKPê derbarê Gulistan Doku ya ku ji 5ê çileya 2020an ve li Dêrsimê hatibû windakirin daxuyaniyek da û got: “Edaleta rastîn ne tenê bi çend girtinan, lê bi eşkere kirin û darizandina hemû berpirsiyaran pêkan e.”

Platforma Jinan a Îzmirê (ÎKP), têkildarî dosyaya Gulistan Doku ya ku di 5ê çileya 2020an de li Dêrsimê hatibû windakirin, li ber avahiya Avahiya Navenda Pivan, Bijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ya li Alsancakê ya Îzmîrê daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anî. Jinên ku li wir kom bûn, bi pankarta “Ji bo Gulistan Doku lêpirsîna çalak, edaleta rastîn” ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylan ve meşiyan.
Di dema meşê de jinan dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Gulistan Doku li ku derê ye?”, “Jinên hatine qetilkirin sedema serhildana me ne” û “Kujeran neparêze, darizîne” berz kirin. Li ser navê platformê, metna daxuyaniyê ji aliyê Fatma Nur Guçlu ve hat xwendin.

‘Edaleta rastîn bi darizandina hemû berpirsiyaran pêkan e’

Fatma Nur Guclu bi bîr xist ku ji 5ê çileya 2020an ve tu agahî ji Gulistan Doku nayê girtin û tevî ku 6 sal di ser re derbas bûne jî, lêpirsîneke çalak, serbixwe û şefaf nehatiye meşandin, berevajî lêpirsînê, dosya bi zanebûn hatiye dirêjkirin, delîl hatine reşkirin û berpirsiyar hatine parastin û got: “Îro îfadeyên îtîrafkar û şahidên nû nîşan didin ku di vê dosyayê de ne tenê windabûnek, lê hewildaneke organîze ya ji bo veşartina rastiyê heye. Gumanên ku bi salan in tên gotin, êdî bi îfadeyên şahidan xurttir bûne. Bi taybetî îdiayên derbarê kurê Waliyê Tunceliyê yê wê demê de nîşan didin ku polîtîkaya bêcezahiştinê çawa tê meşandin.”

Fatma Nur Guçlu diyar kir ku pirsîna “Gulistan Doku li ku ye?” tenê pirs kirina windabûnekê nîne; ev pirsîna mafê jiyanê yê jinan û teşhîrkirina pergala ku kujeran diparêze ye. Girtina 13 kesên di sala 2026an de encama têkoşîna jinan e, lê ev gav dereng maye û têrê nake.

‘Divê aqûbeta Gulistan Doku demildest were aşkerekirin’

Fatma Nur Guçlu da zanîn ku pirsgirêk ne tenê îhmalek e, pergaleke ku bi bêcezahiştinê xwe xwedî dike û daxwazên jinan wiha yek bi yek rêz kir:

*Divê delîlên nû bi awayekî serbixwe û bêalî werin lêkolîn kirin.

*Hemû kesên tiliya wan di vê bûyerê de heye meqam û statuya wan çi dibe bila bibe divê li pêşberî edaletê hesab bidin.

*Divê aqûbeta Gulistan Doku demildest were eşkere kirin û cenazeyê wê radestî malbata wê bibe.

*Pêvajoya lêpirsînê divê bi şefafî bimeşe û raya giştî bi rêkûpêk were agahdarkirin.

*Derbarê wezîfedarên cemaweriyê yên ku di dosyayê de îhmal an qesta wan heye de, divê lêpirsîna çalak were destpêkirin.

‘Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin’

Fatma Nur Guçlu di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku heta aqûbeta Gulistanê ronî bibe û edalet pêk were, ew ê dev ji şopandina vê dozê bernedin û got: “Ev ne tenê doza Gulistanê ye; ev têkoşîna mafê jiyanê ya jinan û têkoşîna heqîqetê ye.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên jinan bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîGulistan DoluÎKPİzmir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

17 NÎSAN 2026
Jinan ji bo Gulistan Dokûyê bang kir: Bila hemû kujer bên darizandin

Jinan ji bo Gulistan Dokûyê bang kir: Bila hemû kujer bên darizandin

17 NÎSAN 2026
‘Ji bo ku Yûsûf Tekîn îstîfa bike li bendê ye çend xwendekarên din can bidin?’

‘Ji bo ku Yûsûf Tekîn îstîfa bike li bendê ye çend xwendekarên din can bidin?’

17 NÎSAN 2026
Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekîn demildest îstifa bike!

Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekîn demildest îstifa bike!

16 NÎSAN 2026
YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

16 NÎSAN 2026
‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

16 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gund bi gund û bajar bi bajar digere û dersa Kurdî dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin: Em ê vegerin ser axa xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê dest pê dike: Yekîtî û berxwedan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Egîtîm Sena Amedê: Bêyî aştiyê perwerdehiya bi ewle nikare bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (619)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne