Duh bi şev di navbera Îsrail û Libnanê de agirbest pêk hat û bi awayê fermî ket meriyetê. Lê piştî vê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê diyar kir ku şerê wan û Hizbullahê hê maye.
Tevî agirbesta 10 rojî ya ku di navbera Îsraîl û Libnanê de ket meriyetê jî Wezîrê Parastina Îsraîlê Israel Katz ragihand ku operasyonên wan ên leşkerî yên li dijî Hîzbullahê hîn temam nebûne. Ev daxuyanî gumanên li ser mayîndebûna agirbestê zêdetir dike.
‘Gelek destkeftî hene lê kar neqediyaye’
Israel Katz di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi rêya operasyonên bejayî û êrîşên asmanî derbên giran li baregehên Hizbullahê xistine. Katz wiha got: “Manevrayên bejayî yên li Libnanê û êrîşên li ser Hizbullahê gelek destkeftî anîn, lê belê ev pêvajo hîn bi dawî nebûye.”
Agirbest di bin siya gefan de ye
Ev daxuyaniyên Katz tenê çend saet piştî destpêkirina agirbesta 10 rojî hatin dayîn. Tevî ku li kolanên Beyrûtê xelk bi şahî hatina agirbestê pîroz dikin, peyamên ji Tel Avîvê tên nîşan didin ku Îsraîl amadekariya qonaxên nû yên şer dike.
Rewşa li qadê
Ji saetên sibehê ve li başûrê Libnanê nûçeyên derbarê binpêkirinên aliyan de tên belavkirin. Daxuyaniya Katz wekî nîşaneya wê yekê tê nirxandin ku Îsraîl agirbestê tenê wekî “bêhndanekê” dibîne û her kêliyê dikare operasyonên xwe yên bejayî berfirehtir bike.













