Şaxên KESK û DÎSKê yên Sêrtê ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyanî dan û gotin: “Ji %69 jin bi mûçeya herî kêm an kêmtir dixebitin. Îstîsmara keda me bi awayekî eksponansiyel zêde dibe.”
Bi pêşengiya Platforma Şaxên KESKê û DÎSKê gelek jin li eywana dawetê ya Beyaz Sarayê ya taxa bahçelîevler ya Sêrtê bi boneya pîrozkirina 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê roja xwe pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de rêveber û emdamên DEM Partiyê û DBPê û Hevşaredar Sêrtê Safiye Alagaş û gelek jin beşdar bûn. Her wiha li ser parkartên ku bi dîwaran ve hatibûn daliqandin “8ê Adarê pîroz be”, “Jiyan hevî azadî” û “Jin jiyan e” dinivîsand e. Jinên ku li eywanê amade bû dema ku govend digerandin bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz dikirin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê endama SESê Sadiye Yildiz ve hate xwendin.
‘Îstîsmara keda me bi awayekî eksponansiyel zêde dibe’
Sadiye Yildiz di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku 23 sal in ku hikûmet bi mezinbûna aboriya xwe pesnê xwe dide û got: “Di heman demê de xeyalek krîzê diafirîne. Xizmetên lênêrîna giştî yên wekî kreş û navendên lênêrîna rojane ya kal û pîran têne hilweşandin. Kreş û malên lênêrînê yên taybet ku bi teşwîqan di destê sermayeyê de mane, li pêşiya karê jinan wekî astengiyek radiwestin. Nemaze ji %69 jin bi mûçeya herî kêm an kêmtir dixebitin. Dema ku lêçûnên giştî têne kêmkirin, valahiya ku ji ber sînordarkirina mafên civakî dimîne, bi keda jinê tê kirin lê tune jî tê hesibandin. Di çarçoveya polîtîkayên ‘sala malbatê’ de ku nirxên wekî ‘dayiktî’, ‘wijdan’ û ‘qurbanî’ pir caran lênêrîn û keda malê vediguhere barekî li ser milên jinan. Lênêrîna zarokan, lênêrîna nexweşên extiyar û astengdaran bi rêya modelên xebata nîv-dem, mûçeyên lênêrînê û pratîkên wekî dayiktiya cîranan vediguherin ‘karmendên nefermî yên hikûmetê’. Îstîsmara keda me bi awayekî eksponansiyel zêde dibe.”
Çalakî bi gerandina govendê, bi tilîliyan û bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.














