Mesihiyên gundê Hermote ya ser bi navçeya Koyeyê ve, tevlî qampanyaya alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn. Li Bexdayê jî belavokên hîstiyariyê hatin belavkirin.
Seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê her ku diçe bi tevlîbûna hemû azadîxwaz û pêkhateyên cuda dewam dike. Bi taybet li Başûr gel li ser piyane û ji bo Rojava di nava liv û tevgerê de ne.
Li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê ve qampanyayek alîkariyê hatiye destpê kirin. Mesihiyên gundê Hermote jî tevlî qampanyayê bûn û dest bi komkirina alîkariyan kirin.
‘Em vê zilmê qebûl nakin’
Jina bi navê Hawjîn Silêwe diyar kir ku ji ber êrişan gelek xemgîn bûne û wiha got: “Em van êrişan şermezar dikin. Em îro dixwazin alîkariya wan bikin. Di sala 1988an de jî rewşek zehmet bi ser Kurdan de hat, herwiha êrişî Şengal û Kobanê jî hate kirin. Gelê Kurd gelek bedel dan, lewma em vê zilmê qebul nakin û xwedî helwestin.”
Bila hemû Mesîhî xwedî helwest bin’
Hawjîn bang li hemû Mesihiyên li cîhanê kir ku li hemberî êrişên çeteyên Colanî ên li ser Kurdan xwedî helwest bin û pêde çû: “Li ber çavê hemu dinyayê Kurt tên qirkirin, Kurd li ser xaka xwene û êrişî wan dikin. Rumet û xaka pîroz ya Kurdistanê pîs dikin.”

Mela Derbaz Celîzade jî ku tevlî qampanyayê bû wiha axivî: “Li Kurdistanê giştî jiyanek hevbeş heye û hertim mesihî di rojên xweş û nexweş de li gel misilmanan bûn. Niha pêwîstî bi alîkariyê heye, lewma ger em kesek ji mirinê rizgar bikin, weke ku hemu mirovahiyê rizgar kirîbe.”
Li Bexdayê belavok hatin belavkirin
Li Bexdayê jî bi armanca piştgiriya Rojavayê Kudistanê daxuyanî hate dayîn û belavok hate belavkirin. Girseya li Cadeya Mutenebî ya Bexdayê komek belavok belavkirin û daxuyaniyek li ser metirsiya li ser Rojavayê Kurdistan û Iraqê dan. Li ser navê çalakvanan Şirovekarê Siyasî Subhî Bedrî daxuyaniyek xwend û wiha got: “Em wek Însiyatîfa gel a ji bo parastina Iraqê, bi fikarek zêde bang li raya giştî, navxweyî û herêmî dikin ku pêşhatên metirsîdar yên li Sûriyeyê wê bandorek nerênî li ser ewlehî û aramiya Iraq û herêmê bi giştî çêke.”

Dixwazin DAIŞê vejiyînin
Di dewamê de êriş û binpêkirinên li ser Kurdan û kêm netewên din ên li Sûriyeyê hat şermezarkirin û hate gotin; “Ji aliyê komên çekdar û kirêgirtî yên biyanî ve gelek binpêkirin tên kirin. Ev binpêkirinek eşkere ya yasayên navdewletî û mafên mirove.” Her wiha hat diyarkirin ku derketina bi sedan çeteyên DAIŞî yên tûndrew ji girtîgehên li Sûriyeyê, hewl tê dayîn ku rêxistina DAIŞê ji nûve were zindîkirin.













