Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, bal kişand ser xetereya têkçûna binesaziya sivîl a sereke ya li Rojava û xwest destûr were dayin ku ew alîkariyê bibin herêmê.
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Malbatên ku ji ber êrişan gelek caran ji cih û warê xwe bûne, di nava şert û mercên giran ên zivistanê de, careke din neçar man ku malên xwe biterikînin. Kêmbûna xizmetên tenduristî, serma û tunebûna avê li ser malbatan bandorekek neyînî zêde dike.”
Komîte banga parastina rewşa gel bang kir û wiha got: “Divê sivîl, birîndar, mirovên nexweş û yên li girtîgeh û kampan, divê werin parastin. Divê binesaziya herêmên sivîlan jî werin parastin.”













