Enqere – Karkerên Madenê ên di roja 8an de çalakiya greva birçîbûnê didomîninin, dema xwestin bimeşin ber Wezareta Enerjiyê rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan bi xaza îsotê êrişî karkeran kir û ew dorpêç kirin. Karker tevî êriş û dorpeçê çalakiya xwe didomînin.
Karkerên Madenê yên giredayî Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe bi dest bixin li Enqereyê çalakiya xwe didomînin. Karkerên dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya roja 8an de xwestin bimeşin ber bi Wezareta Enerjiyê. Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş, parlamenterên CHPê, partiyên siyasî û endamên sazî û sendîqayên civakî û gelek kesan ji bo piştevaniyê serdana çalakiya karkeran kir.
Karkerên dema xwestin bimeşin ber Wezareta Enerjiyê rastî êrişa polîsan hatin. Karkerên ku careke din xwestin barîkatên polîsan hilweşînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsa di êrişê karkeran de xaza îsotê bikar anîn.Gelek karker û Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş di êrişê de bandor bûn. Girsê bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî êrişa polîsan dan. Karkerên di bin dorpeçe de çalakiya xwe didomînin, bi daxuyaniyeke diyar kirin ku ew ê di seat 17an de bimeşin ber Holdînga Yildizan.
Tê payîn ku dê heta saet 17:00an çalakiya karkeran li parqa Kurtuluşê bidome.

















