• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

    Hiqûqnasên Amedê: Li ser pergala wekheviyê metirsî hene

    Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

    Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

    Azadî ne mijara bazarê ye: Ji bo naskirina Rojava kampanya îmzeyê

    Azadî ne mijara bazarê ye: Ji bo naskirina Rojava kampanya îmzeyê

    ‘Kurd an dê bibin xwedî cih an jî dê nexşeyên serdestan neçin serî’

    ‘Kurd an dê bibin xwedî cih an jî dê nexşeyên serdestan neçin serî’

    Binê dorpêçkerdene de mitîng

    Kurdan ji Stenbol bang kir: Ne îro be em ê kengê rabin

    ‘Li cihê ku dorpêç hebe li wir Îslam tune ye’

    ‘Li cihê ku dorpêç hebe li wir Îslam tune ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

    Hiqûqnasên Amedê: Li ser pergala wekheviyê metirsî hene

    Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

    Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

    Azadî ne mijara bazarê ye: Ji bo naskirina Rojava kampanya îmzeyê

    Azadî ne mijara bazarê ye: Ji bo naskirina Rojava kampanya îmzeyê

    ‘Kurd an dê bibin xwedî cih an jî dê nexşeyên serdestan neçin serî’

    ‘Kurd an dê bibin xwedî cih an jî dê nexşeyên serdestan neçin serî’

    Binê dorpêçkerdene de mitîng

    Kurdan ji Stenbol bang kir: Ne îro be em ê kengê rabin

    ‘Li cihê ku dorpêç hebe li wir Îslam tune ye’

    ‘Li cihê ku dorpêç hebe li wir Îslam tune ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Em bi ruhê yekîtiyê heta mîsogerkirina statuya Rojava li ser pêyan bin

Fexredîn Kiliç / AW

25 ÇILE 2026 - 09:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, VÎDEO
A A
Amed – Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ku di nav şandeya çûbû Rojava de cih girt, çavdêriyên xwe yên wê derê vegotin û destnîşan kir ku heta gelê Rojava bigihîje statuyekê divê gelê Kurd li ser pêya be û li ber xwe bide, piştgiriyê Rojava bike.

Şandeya ku ji Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir, Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, endamê înîsiyatîfê Îmam Taşçier, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, Rêveberê Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Alî Aslan, Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Dûyan pêk dihat, di 21ê Çileyê de derbasî rojavayê Kurdistanê bûbû.

Şandeyê li Rojava serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Şandeya Kurdî û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser û bi gelek aliyan re hevdîtin pêk anîn. Piştî temambûna bernameyê şande car din di ser Herêma Kurdistana re di 23yê Çileyê de vegeriya bakurê Kurdistanê. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir têkildarî serdanê û êrişên li dijî Rojava ji Ajansa Welat re axivî.

‘Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe amadekarî dikirin’

Keskîn Bayindir bi bîr xist ku têkildarî êrişên dawî li Rojava serdana gelek sazî, pêkhate û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê kirin û wiha got: “Di Nîsana 2025an de jî em dîsa çûbûn Konferansa Qamişloyê. Nêzî hefteyekê weke şande li wir çavdêriyên me çêbûn. Di nava van heşt mehan de, Rêveberiya Xweser ya Rojava, gelê Rojava bi hemû sazî û rêxistinên xwe, pêkhateyên xwe, amadekariya jiyaneke hevpar, nû û nûjen dikirin. Bi her awayî ji bo xizmeta gel, pêdiviyên jiyanî, bi hemû îmkan û derfetên xwe hazirî û amadekariya wê dikirin û gihiştîbu astekî jî. Lê piştî êrîşên HTŞê, çavdêriya me ya herî berbiçav ew bû ku; êdî ji mecbûrî gelê Rojava, Rêveberiya Xweser bi her awayî di seferberiya xweparastinê de, di seferberiya civakparastinê de, hemû îmkanên xwe, derfetên xwe, ji temen biçûk bigire heta temen dirêj, dayik, kal û pîr ji bo xweparastinê amade dikirin.

‘HTŞ bi pratîkên xwe şer ferz dike’

Me hem bi gel re, hem bi saziyan re, bi rêveber û rêxistinan re hevdîtin kirin. Hemû fikrên gelê me yê Rojava ew bû ku, heta îmkan hebe, heta derfet hebe, wekî serê derziyekî derfetek jî hebe, xwe ji şer biparêzin. Ji ber ku erdnîgariya Sûriyeyê, Rojava bi salan e gelek koçberî, gelek zilm û zordarî dît, gelek şer dît. Lê çavdêriya me ya şênber jî ew bû ku, Hikumeta Şamê, Rêveberiya Şamê, zihniyeta HTŞê û DAIŞê her tim bi pratîkên xwe şer ferz dike. Heta niha hewldanên ku bi pratîkên şer, nêzîkatiyên şer, mêjiyên şer her tim dixwazin li ser gelê Rojava zindî bike.”

‘Planên navneteweyî li ser Rojava hene’

Keskîn Bayindir got ku “Heta niha gelek kesên derdorê, di nava gelê Kurd de jî, li dinyayê jî nîqaşkirin ku çima Rêveberiya Xweser an QSD bi hêza xwe ya leşkerî bersiveke tund nade van êrîşan?” û axaftina xwe wiha domand: “Lê bi rastî jî planên dewletên navneteweyî û yên herêmî, planeke gelekî mezin li ser statuya gelê Kurd ên Rojava heye û dixwazin şerekî navxweyî, di navbera Tirk û Ereban de şerekî dijwar, ku telafiya wê tune be derxînin. Ev amadekarî û haziriya Dewleta Tirkiyeyê û Hikumeta Tirkiyeyê bû ku rayedarên Tirkiyeyê jî dem dem digotin; ‘Bila kesên Ereb, eşîrên Ereb li hemberî Kurdan, li hemberî QSDê, li hemberî Rêveberiya Xweser rabin ser pêyan û êrîşî wan bikin.’

Bi rastî jî ev planeke gelekî qirêj bû, tarî bû û veşartî dihate meşandin, herî dawî Devlet Bahçelî meha çûyî dîsa bangewazî li eşîrên Ereban dikir, li hemberî Rêveberiya Xweser ku rabin û çek bigirin. Ev plan, deqe bi deqe, saniye bi saniye, saet bi saet di meriyetê de ye. Hêvî û bendewariya Tirkiyeyê ji vî şerê dijwar, şerê navxweyî gelekî hebû, bendewarî hebû. Lê Rêveberiya Xweser û gelê Rojava bi tedbîreke mezin û zanibûn ev planên mezin yên ku Tirkiye dixwaze pêk bîne dîtin û heta niha nexwestin ev şer pêk were.”

‘Ev êrişên hovane bi piştgiriya Tirkiyeyê pêk tê’

Keskîn Bayindir diyar kir ku bi piştgirî û piştevaniya Tirkiyeyê şerê li Rojava tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vêya baş bibînin, bila gelê me baş bizanibe. Ev şer ne tenê şerê hêz û qeweta HTŞê û Şamê ye. Navenda vê operasyonê, navenda van êrîşan, van êrîşên hovane, plan û proje û stratejî, bi her awayî, bi hemû amûr û alavên xwe, bi piştgirî û piştevaniya Tirkiyeyê ev şer îro pêk tê. Heta niha jî ev polîtîka, ev siyaset berdewam e.

Heta niha Rêveberiya Xweser bi rêbazên nerm pêşî li vî şerî girt

Me li wê derê bi Hevserokê PYDê re daxuyaniyeke hevpar jî da, peyama wan jî ji Tirkiyeyê re, ji Şamê re, ji dewletên destilatdarên herêmê û yên dinyayê re jî ew bû ku ‘Kurd li ser welatê xwe, li ser sînorê xwe bi rastî jî şer naxwazin û dixwazin bi aştiyê, bi muzakere û diyalogê ev mesele were çareserkirin.’ Ji ber ku êdî gihiştiiye wê astê ku gavekî jî bi pêş de werin, êdî bêçare wê şer biqewime. Lê heta niha bi feraseteke mezin, bi rê û rêbazên nerm Rêveberiya Xweser pêşî li vî şerî girt.”

‘Kobanê di bin dorpêçeke jiyanî de ye’

Keskîn Bayindir bal kişan ser dorpêça bajarê Kobanê û wiha axivî: “Lê îro em dibînin bi rojan e Kobanê di bin dorpêçkirineke jiyanî de ye. Elektrîk qut kirine, av tine ye, tiştên jiyanî bi her awayî hatiye dorpêçkirin û zarok dimirin di vê seqem û sermaya zivistanê de. Yani dixwazin, gelê Kurd teslîm bibe, bê statu, bê ziman li Rojava teslîm bibe. Lê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li Başûr, li dinyayê bila li tevgera Kurdan binêrin û peyama Rêveberiya Rojava jî ev e; em li ser sînorê xwe ne, em li ser erdnîgariya xwe ne û em li ser welatê xwe ne. Em li ser welatê xwe yê ku bindestî û koletiyê li ser me ferz bikin, heta dawiyê jî em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku em mafdar in. Em ê vî mafê xwe jî heta dawiyê, biparêzin.

Çalakiyên li Bakur û Başûr gelek moral didin gelê me yê Rojava

Di vê parastinê de, bi hemû gelê me yê Rojava, bi her awayî, bi hemû îmkan û derfetên xwe haziriya vê parastinê, parastina xwe ya heyî dike, parastina xwe ya cewherî û civakî dike. Bangewaziya wan ji 60 milyon gelê Kurd yên cîhanê jî heye. Helwestên pişgirî û piştevaniya ji bo Rojava heta niha derket, gelekî bi qedr û bi qîmet û watedar e ji bo gelê Rojava. Me ev yek bi awayekî aşkere dît. Ev meşên, ev mitîngên, ev xwepêşandanên ku li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê, li Başûr pêk tên, gelek moral û hêviyek û bendewariyeke mezin dide gelê me yê Rojava. Daxwaza wan jî ew e ku ev piştgirî û piştevanî, her tim roj bi roj bilind bibe. Tişta ku Dewleta Tirkiyeyê ji vê polîtîkaya ku her tim şer ferz dike bi paş ve bikişîne jî ev pişgirî û piştevanî û yekîtiya Kurdan e.”

‘Divê em li çar aliyê cîhanê li ser pêyan bin’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku heviya wan bi gelê Kurd û Kurdistanê û dostên gelê Kurd heye û ev tişt gotin: “Îro ez dikarim bêjim Rojava bûye qibleya hemû însaniyetiyê, mirovahiyê ku her kes dixwaze berê xwe bidê, pişgirî û piştevaniyê bidê. Pêwîstî bi berdewamiya vê pişgiriyê heye. Heta ku encam bigire, heta ku bi peymanekê ji bo gelê Rojava statuyek derkeve holê pêwîstî bi têkoşîn, berxwedan û çalakiyan heye. Li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê, li çar aliyê Kurdistanê û li cîhanê em li ser pêyan bin, em li ber xwe bidin, piştgirî û piştevaniya Rojava bikin.”

‘Ji her çar aliyê Kurdistanê ciwan xwe digihînin Rojava’

Keskîn Bayindir çavdêriyên xwe yên li Qamişloyê wiha vegotin: “Wexta em gihiştin Qamişloyê me dît ku ji çar aliyê Kurdistanê ciwanan ji bo piştgirî û piştevaniyê xwe digihînin Rojava. Ji rojavayê Kurdistanê bi sedan ciwan me dîtin, me hevdû hembêz jî kir. Ciwanên başûrê Kurdistanê, disa bi her awayî li Kurdên li Ewropa dîsa hazirî û amadekarî ji bo ku piştgirî û piştevaniya Rojava bikin, haziriya xwe dikin û li derfet û îmkanan digerin ku xwe bigihînin Rojava. Li Bakur dîsa wisa, bi her awayî em dikarin bêjin; Rojava bûye ruhêkî welatparêzî, ruhekî Kurdîtiyê, ruhekî dîrokî, neteweyî derxistiye holê. Û piştgirî û piştevaniyeke bi her awayî ji aliyê dîplomatîk, siyasî, aborî, çandî û civakî, 60 milyon Kurdan bi yek ruhekî, bi yek helwestekê berê xwe daye Rojava.

Ruhê yekîtiyê di nava Kurdan de roj bi roj xemilî

Ev yek dê ji bo gelê Kurd, ji bo pêşeroja me, encameke gelekî baş derxîne. Ji ber ku bingehê wê heye. Ji destpêka Kobanê bigirin heta niha, ev ruhê yekîtiya di nav Kurdan de roj bi roj xemilî û îro di van şert û mercên zor û zehmet da ku gefeke mezin li ser statuya Rojava heye, Kurd bi her awayî li ser pêyan e. Ciwanên rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kîlometreyan bi peya, bi meşê daxwaz dikin xwe bigihînin rojavayê Kurdistanê. Her wiha li aşûrê Kurdistanê, Silêmaniyê bigirin heta Hewlêrê, ji Duhokê, Zaxoyê bigirin, ciwan bi meşê, bi îmkan û derfetên xwe daxwaz dikin sînoran derbas bikin û xwe bigihînin rojavayê Kurdistanê. Û her wiha di meşa me ya Nisebînê da jî me tevan û dinya jî dît tevî wan dîwarên bilind, wan têlên bijîlet, ciwanan xwe li sînor xistin.

Ya ku vê polîtîkayê bi paş ve bikişîne berxwedan û têkoşîn e

Ev ruhê Kurd e, cewhera Kurdistanî ye, cewhera neteweyî ye, cewhera welatparêzî ye, cewhera hezkirin û ya xwişk û biratiyê ye. Em ji vê hêzê ji vê qewetê bawer in. Û em vê hêzê, vê qewetê, vê cewherê sar nekin. Tu kes bila sar neke, bila her tim zindî be, germ be. Wê ev encam bigire, ew dagirker daxwaz dikin ku me bêstatu bihêlin, me bêpêşeroj bihêlin. Bawer bikin, ya ku vê polîtîkayê bi paş ve bikişîne, ev ruh e û ev berxwedan e, ev têkoşîn e.”

‘Piştgirî bandoreke zêde li gelê me dike’

Keskîn Bayindir anî ziman ku gelê Rojava di şert û mercên zor de jî be çalakiyên li Bakur, Başûr, Rojhilat, Ewropa û Tirkiyeyê dişopîne û wiha berdewam kir: “Bi taybetî meşa Nisebînê û ew hewldan, ew biryar, ew israr, ew qerar, gelê Rojava, bi taybetî jî yê Qamişloyê ji 7 salî bigirin heta 70 salî, berê wan da ber bi sînor û rabûne ser pêyan. Em bi şev li bajar û derdorê jî geriyan. Me silav da kesên ku taxa xwe diparêzin, dayik, jin, ciwan, keç, xort, kal û pîr. Kesên ku em dît in weke ku em ji cihekî pîroz hatin, em hembêz kirin bi dilgermî, bi dilsozî em pêşwazî jî kirin. Lê sedema wê hebû, em ji cihê berxwedanê, cihê ku her tim zindî ye û pişgirî û piştevaniya Rojava dike çûbûn. Ji Başûr, ji Bakur, ji Tirkiyeyê, dostên me jî hebûn di şandeya me da. Her tevgerek, her çalakiyek, her xebatek, her karek piştgirî û piştevaniyek bandoreke zêde li gelê me yê Rojava dike. Jiber vê yekê peyama wan a herî ya mezin ew bû ku; ew piştgirî û piştevaniya ku me li ser pêyan dihêle û dê pêşeroja me teqez bike.

Gelê me bi biryar e

Kesên kû ev êriş plankiribûn wisa hesab dikirin ku herkes bêdeng bibe, gelê Kurd, dostên gelê Kurd dê bêdeng bimînin, wê kes dengê xwe neke. Di rojên ewil de dîtin ku hesabên şaş dikin. Ez dixwazim binê vê yekê xêz bikim, ji gelê me re îlan bikim: Gelê Kurd hezkirî, dildar, aşiqê şer nîne. Bi taybetî jî gelê Rojava ku bi salan e bênavber di nava şer da ye. Lê bila ev jî were zanîn, ev jî peyama gelê me ye, peyama ciwanan, jinan, dayikan e, heger bêrûmetî û bêpêşerojî li ser gelê me were ferzkirin çi dibe bila bibe, heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî wê li ber xwe bidin, wê têbikoşin. Û ev israr jî heye, ev qerar jî heye, ev biryar jî heye.

Ji ber vê yekê peyama wan a herî berbiçav, ji dinyayê ra jî ev e, heta niha bi rê û rêbazên diyalogê, bi muzakereyan, bi peymanan dixwazin vê meseleyê çareser bikin. Heta dawiyê jî wê helwesta wan ev be. Lê bi van peymanan, bi diyalog û muzakereyan û taybet bi şixulandina şerê taybet dibêjin qey tu hêz û qeweta wan a li ber bidin têbikoşin tune ye. Dixwazin vê di nava gelê Kurd de belav bikin. Bi taybetî jî şerê psîkolojîk bi vî awayî dimeşe lê bila gelê me, gelê cîhanê peyamên Rveberiya Xweser li ber çavan bigirin. Ya herî rast û dirust ev e.”

‘Bi hezaran DAIŞî ji zindanan berdan’

Keskîn Bayindir piştevaniya dewleta Tirk a ji çeteyên HTŞê re bi bîr xist û ev tişt gotin: “Ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dest pê kir heta Reqayê ya bi her awayî piştgirî û piştevaniya van êrîşan, van qirkiran dike dewleta Tirkiyeyê ye. Belê li qadê HTŞ ye. Bi hezaran DAIŞî ji zindanan berdan û ew jî tev li xwe kirin. Û bi her awayî bi madî û manewî piştgirî û piştevaniya wê dewleta Tirkiyeyê dike. Bi piştgiriya êrişên hewayî, bi alavên hewayî, ji ÎHA û SÎHAyan bigire, heta stratejî û rê û rêbazên leşkerî ku tên bi kar anîn. Gelê rojava dibê; ‘Em ne bi hikûmeta Şamê re, em ne bi HTŞê re şer dikin. Em bi Dewleta Tirkiyeyê re, bi zihniyeta wê re şer dikin û em li ber xwe didin.’ Ji ber vê yekê daxwaza wan ew e ku; Dewleta Tirkiyeyê, demildest dev ji vê xeletiyê berde. Wê ev encamên xwe, ne tenê li ser piştgirî û piştevaniya HTŞê ya DAIŞ’ê, wê encamên xirab, encamên nebaş, encamên bêhesab ne tenê li ser serê gelê Kurd, wê li ser herkesî bandora xwe bike. Ji ber vê yekê, bi rastî jî heke hebûna Rojava, statuya Rojava têk biçe, hilweşe, wê ev pêvçûn, ev gengêşî, ev alozi, wê li hemû herêmê belav bibin. Ji Iraqê bigirin heta nava Îranê, wê ev herêm bi her awayî bide berxwe. Wê ev rewş bandoreke pir neyînî li ser Tirkiyeyê jî bike, li ser vê pêvajoyê jî bike. Em dixwazin ev pêvajo bi ser keve, ev pêvajo bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û bi hemû şert û mercên zor û zehmet da dixwaze ev pêvajo bi ser keve û pêş bikeve.”

‘Gelê Rojava piştevaniya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku gelê Rojava, Rêveberiya Xweser, sazî û rêxistinên Rojava bi her awayî piştgirî û piştevaniya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dikin ku pêş bikeve û wiha pê de çû: “Lê tiştekî berbiçav jî heye, bi van êrîşan, bi van plan û projeyên siyaseta qirkirinê, îxtîmala serkeftina vê pêvajoyê jî nîne. Ji ber ku bi her awayî rê û rêbazên vê pêvajoyê tên dînamîtkirin. Ji ber vê yekê bangawaziya gelê Rojava ew e ku li qadan, kolanan, taxan, bajaran, tekoşîn û berxwedan her tim zindî û bilind bibe, lê aliyê din jî dixwazin Dewleta Tirkiyeyê dev ji van polîtîkayên xwe berde û rêyekî çareseriyê ava bike. Heta niha roleke xirab û nebaş, bi dijminatî lîst, lê em dikarin Tirkiyeyê bikişînin ser roleke ku pozîtîf bileyîze.”

Keskîn Bayindir bal kişand ser dîplomasiya ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe û got: “Têkiliyên wan gelekî bi hêz in. Bi sazî û rêxistinên herêmê, yên navneteweyî re. Bi rastî jî dîplomasiyeke gelekî bi tevdîr û bi hesab dimeşînin. Ji ber ku gelê me yê Rojava, gelê Kurd yê ku li wê derê dijîn bi komkujiyekê re rûbirû ne. Ji ber vê yekê bi hemû hêzan re, hêzên Ereban re, dewletên Ereban re, hêzên Rojhilata Navîn û yên dinyayê re, diyaloga wan li ser muzakereyê ye, li ser çareseriyê ye, lê li ser bingehê statuya Rojava ye. Em pêşî li vê şerî bigirin ku ev pêvajoya li Tirkiyê jî ji xetê dernekeve, ji rê dernekeve.”

‘Her gav avêtinek projeya qirkirina gelê Kurd e’

Keskîn Bayindir di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “HTŞ gihiştiye sînorên Kurdan, sînorên rojavayê Kurdistanê, êdî li ber Hesekê ye. Ji wir û vir da her gavavêtinek plan û projeya qirkirin û tunekirina gelê Kurd e. Her pêngavek, her metreyek pêşxistin û pêşketin, bi rastî jî wê qirkirin be, wê kuştin be ji bo gelê Kurd. Ew ji bo ku ev destpê neke û ev pêvajo li wê derê xira nebe, ji rê dernekeve jî, gelekî bi hesab û kitab û bi polîtîkayekî, bi siyasetekî nerm nêzîk dibin. Heta niha têkiliyên wan yên herêmî, yên dinyayê jî bi rastî jî wusa ye. Lê em dibînin ku hinek kes vê tedbîrê, vê tevgerê an ya dîplomasiyê wekî ku Kurd zeîf in, Kurd lawaz in, Kurd bêçare ne, mecbûr in gerek em teslîmiyetê bi wan bidin qebûlkirin û ferzkirin, wusa dibînin. Lê tişteke wusa tune. Bila vêya herkes baş bizanibe: Em bi hêz in, em bi qewet in, em bi cewher in. Vaye 60 milyon Kurd rabûne ser pêyan, bi 10 milyonan dostên gelê Kurd li dinyayê rabûne ser pêyan ji bo Rojava, wê ev encam bigire, teqez wê ev encam bigire.”
‘Hewceye piştgiriya însanî bê kirin’

Keskîn Bayindir bal kişand ser gelê ku ji ber êrişan koçber bûne û wiha domand: “Bele gelê Kurd yên ku li wan herema dijîn ber bi sînorê Rojavayê ve koçber bun. Bi rastî şert û mercên gelekî zehmet in. Lê gelê me yê Rojava bi hemû îmkan û derfetên xwe kesên ji Şêxmeqsud û ji Eşrefiyê heya niha koçber bûne û hatine rojavayê Kurdistanê pêşwazî kirine û pêdiviyên wan bi cih tîne. Rêveberiya Xweser bi hemî sazî û rêxistinên xwe ji bo bikaranîna van pêdiviyan tevdigere. Dîsa piştgirî û alikariyên sazî û dezgehên yên li heremê kêm be jî berdewam e. Lê bi rastî trajediyek însanî heye. Gelek kêmasiyên jiyanî û însanî derketiye holê. Hewceye amadekariya piştgiriyeke însanî bikin.

Rojava wehaya mirovahiyê ye

Hevseroka Kongra Starê ev agahî bi me re parve kir. Got ku jinên Ereb ên li Reqa, Tebqa û Dêrazorê diman bi telefonê li me geriyan û tiştekî wiha gotin ‘me heta niha hestirê çavê xwe ji bo we dibarandin. Lê ji îro pê ve DAIŞ hat, HTŞ hat. Em dîsa di mala xwe de fetisîn, em dîsa bûn koleyên zilaman, em dîsa bûn koleyên zîhniyeta HTŞê. Ji îro pê ve belkî xwîn ji çavên me bibare. Hewqas pêdiviya wan bi rastî jî bi têkoşîna jinê, bi azadiya jinê, bi pêşengiya jinê û Rêveberiya Xweser hebû. Roj bi roj gelên ku li wê derê man, yên Ereb jî, di ferqê de ne ku zîhniyeta HTŞê çawa ye. DAIŞ çawa ye. Ji bo jiyanê, ji bo mirovahiyê, ji bo jinan, ji bo zarokan çi tînin serê wan. Yanî em dikarin bêjin ku dojeha vê dinyayê cihên ku Rêveberiya Xweser xwe jê kişandine ne. Ev gotin ne tenê gotina me ye, ev gotina gelên Ereb e jî, gelên Rojava ye jî. Em dikarin bêjin ‘Rojava bûye waheya di çolê de’, bûye waheya mirovahiyê. Çawa av ji axê re çawa pêwîst e modela Rojava, mêjiyên Rojava, Rêveberiya Rojava, statuya Rojava, ji Sûriyeyê re, ji pêşeroja Sûriyeyê re û ji Rojhilata Navîn re jî evqas girîng e. Her kes roj bi roj vêya dizane. Kurd vêya dizanin. Îro dostên Kurdan vêya dizanin. Ji ber vê yekê li ser piyan e. Û ji bo ku nekeve jî, hilneweşe jî, têk neçe jî, heta dawiyê çi îmkanê me hebe, çi derfetên me hebe, em ê bi têkoşînê, bi berxwedanê, bi pişgirî û piştevaniyê jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Em ji dinyayê re radigihînin Kurd şer naxwazin’

Keskîn Bayindir bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Bi milyonan Kurd li ser piyan e, vê ruhê yekîtiyê derxist holê. Pêwîstî ew e ku sazî, rêxistin, hereket û tevgerên Kurdan ku werin gel hevdû û ji dinyayê re tiştekî îlan bikin. Bila kes hesabên şaş û xirab û nebaş û şer ferz neke li ser Kurdan, li ser Rojava. Erdnîgariyekî biçûk e, lê hêza wê, berxwedana wê, têkoşîna wê, cewhera wê, wê Kurdan hemûyan bike yek. Yani pêwîstiya me hemû sazî û rêxistinên Kurdistanê, hereket û tevgerên Kurdistanê, çi hêz, bi her awayî; hêzên siyasî, dîplomasî, eskerî, bi her awayî rêxistinî, pêwîstî ew e ku em helwesteke hevpar ji dinyayê re îlan bikin. Ya din jî ewe em ji dinyayê re îlan dikin Kurd şer naxwazin. Kurd li Tirkiyeyê jî şer naxwazin, li Rojava jî şer naxwazin, li Başûr, rojhilatê Kurdistanê jî şer naxwazin û vêya ji dinyayê re îlan kirin. Pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk ku Rêber Ocalan pêş xist û 11ê Tîrmehê li Silêmaniyê çek danîn, şewitandin, ji îlana dinyayê re bû ku Kurd ne bi şer û bi çek, bi diyalogê, bi muzakereyê û bi azadiyê, bi statuyê dixwazin jiyana xwe berdewam bikin. Ji dinyayê re îlan kirin. Bi rastî jî îro roj, ew e ku hemû hereket û rêxistin û sazî û partiyên Kurd jî îlana vê bikin ku em amade ne ji bo êrişan, lê em şer jî naxwazin.

Planeke nebaş a navneteweyî heye

Ya din jî ev e; em zanin bi rastî jî gelek peyman hatin îmzekirin. Ji mutabaqata 10ê Adarê bigire heta niha gelek mutabaqat hatin îmzekirin. Lê her îmzekirina mutabaqatê, saetek, du saet, du roj ser re derbas nebû, Hikumeta Şamê bi pişgirî û bi hêza Tirkiyeyê wan mutabaqatan binpê kir û nas nekir, qebûl nekir. Ji ber vê yekê, îmzekirina mutabaqatê hêza gelê Kurd e. Heta niha encamên gelekî baş, nêrînên gelekî baş, helwestên gelekî baş derketin holê. Lê bi rastî jî planeke nebaş a navnetewî heye.. Gelek hêz tê de ne. Gelek hêzên ku berjewendiyên xwe di vê planê de dibînin, gelek hêzên weke Tirkiyeyê ku dixwaze dijminatiya Kurdan bîne sedsala 21emîn jî berdewam bike, hesab û planên herkesê yên cuda cuda hen û lê li ser tiştekî lihevkirin e. Ji ber vê yekê ev konsept û ev plan evqas berfireh û mezin e. Ji ber vê yekê jî em bi vê hesabê, bi vê kitabê, em Kurd jî, dostên Kurdan jî, yên demokrat jî, yên bawermend jî, yên oldar jî, bi her awayî em li hemberî vê konseptê, li van planên mezin, em bi yek helwestî û ji bo azadiyê, ji bo statuyê, ji bo pêşeroja gelê Kurd, em werin gel hevdû, em xebat bikin û em di nav kolan û çalakiyan de bin.”

 

 

 

Etîket: Berxwedana RojavaHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirHeyeta saziyên Bakurê KurdistanêKeskîn BayindirRojavayekitiya Kurdan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Azadî ne mijara bazarê ye: Ji bo naskirina Rojava kampanya îmzeyê

Azadî ne mijara bazarê ye: Ji bo naskirina Rojava kampanya îmzeyê

25 ÇILE 2026
Binê dorpêçkerdene de mitîng

Kurdan ji Stenbol bang kir: Ne îro be em ê kengê rabin

25 ÇILE 2026
‘Li cihê ku dorpêç hebe li wir Îslam tune ye’

‘Li cihê ku dorpêç hebe li wir Îslam tune ye’

25 ÇILE 2026
39 partiyên siyasî: Hin alî dixwazin têkiliya kurd û ereban xera bikin

39 partiyên siyasî: Hin alî dixwazin têkiliya kurd û ereban xera bikin

25 ÇILE 2026
Ji bo Kobanê bangên mirovî yên lezgîn hate kirin

Ji rewşenbîran banga bo Rojava: Divê mudaxileyî êrişên dagirkeriyê bê kirin

24 ÇILE 2026
Nisêbîn û Artûklû ji bo Rojava daketin kolanan

Nisêbîn û Artûklû ji bo Rojava daketin kolanan

24 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1203)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne