• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Keskîn  Bayindir: Heta statuya  Kurdistanê dê têkoşîn bidome

Amed / AW

29 HEZÎRAN 2025 - 13:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir anî ziman ku kurdan îro li çar aliyê cîhanê bi têkoşîna xwe, xwe daye naskirin û got: “Tenê armanceke me heye. Ew jî azadiya Kurdan û  statuya Kurdistanê ye. Heta statuya Kurdistanê dê têkoşîna me bidome.”

Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasa Amedê 4emîn kongreya xwe pêk anî.  Kongre bi dirûşma “Aştî û Civaka Demokratîk”  pêk hat. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevşaredar, parlamenter û nûnerên gelek sazî û dezgehan tev li bûn. Kongre, bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “MEBYA-DER ne tenê komele û saziyek e. Tevgereke wîcdanî ye. Ji ber ku ev komele komeleya deh hezaran malbatên şehîdan û komeleya tevgera gelê kurd e.”

Keskîn Bayindir da zanîn ku îro 29ê Hezîranê ye û wiha axivî: “Salvegera darvekirina Şêx Seîdê Kal e. Salvegera darvekirina rêber û pêşengê gelê Kurd e. Em ji 1925an heta niha bejna xwe li pêşberî hemû şehîd û cangoriyên xwe ditewînin. Dema Şêx  Seîd çû ber Sêdarê got ‘Divê neviyê min bi min serbilind dibin û bila me rûreş nekin.’ Em îro li  vir dibêjin bi deh hezaran neviyên de li vir in û hûn rûreş nekirine. Dîroka Kurd û Kurdistanê ya bi sed salan her tim bi kuştin û qirkirinê derbas bûye. Li ser bihosta axa Kurdistanê  zilm hatiye kirin. Li aliyekî zilm û zordarî heye. Lê li aliyê din ku  em pê serbilind û serfiraz in, li ser bihosta vê axê têkoşîn û berxwedan jî heye. Ji  serê çiyayê  Kurdistanê heta zindanan li ser her bihostê têkoşîn û berxwedan heye. Vê têkoşîn û berxwedanê îro pêvajoyek da destpêkirin. Ne ku ev dewlet dostê me bû ku ev pêvajo dan destpêkirin. Ev pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan wekî  pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi nav dike, bi têkoşîna gelê kurd û tevgera azadiya Kurdistanê pêş ketiye. Bi  sekn û têkoşîna Rêberê Rêberan Rêzdar Ocalan pêş ketiye. Ji darvekirina Şêx Seîd heta niha gotin em ê Kurdan tune bikin, lê ji  ber berxwedana kurdan êdî tu rê ji wan re nema.”

Keskîn Bayindir anî ziman ku divê ew heqîqeta têkoşîna gelê kurd û Rêberê xwe bibînin û wiha lêzêde kir: “Her santîmê Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedanê hatiye bi destxistin. Li çar aliyê cîhanê îro qala Kurdan û statuya Kurdan dikin. Ev nîşan dide ku Kurd êdî bi rêber û têkoşîna xwe hêzeke cîhanî ne. Ev hêz d^Fe bigêjearmanca xwe Armanca me asadî ye. Armanca me sattuya Kurdistanê ye.”

Heta statuya Kurdistanê dê ev têkoşîna me bidome.

Keskîn Bayindir, da zanîn ku ji bo statuya xwe bi dest bixin jî pêdivî bi rêxistinkirin, yekîtî, hezkirinê kir û wiha bi dawî kir: “Rêber Abdullah Ocalan di 2013an bang li rêzanê Kurdan, partiyên kurdan kir û xwest di bin sîwanekê de bibin yek. Xwest di bin sîwana Kongreya Kurdistanê de hemû hêzên Kurdistanê bibin yek û parastina gelê Kurdistanê bikin. Xwest parastina hiqûq û dîplomasiyê pêş bixin. Hêzên xêrnexwaz bûn asteng. Îro 12 sal şûnde dîsa ev derfet li pêşberî me ye. Îro dîsa Birêz Ocalan banga Kongreya Neteweya Kurdistanê dike. Em jî li vir bang li hemû sazî û rêxistinên çar aliyê Kurdistanê dikin. Em dibêjin deng bidin dengê Birêz Ocalan. Ev mesele meseleya pêşroja gelê Kurd e. Ji ber ku li çar aliyê Kurdistanê şer e. Kurd bi parçebûnê nikarin xwe biparêzin. Lê hêza me li çar aliyê Kurdistanê heye. Divê gelê xwe di bin sîwana Kongreya Kurdistanê diparêzin. Statuya xwe mîsoger bikin. Ev li me ferz e. Ji bo wê divê em bixebitin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

1 TÎRMEH 2026
Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

1 TÎRMEH 2026
KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

1 TÎRMEH 2026
Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

1 TÎRMEH 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

1 TÎRMEH 2026
Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (19)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne