Li gorî agahiyên hatine wergertin, wê hefteya bê koma çaremîn a koçberan ber bi Efrînê ve bikeve rê. Koçber amadekariya vegerê dikin.
Li gorî agahiyên ANHAyê, wê di hefteya bê de koma çaremîn a koçberên Efrînê ber bi bajarê xwe ve bikevin rê. Hîna nayê zanîn ku hejmara malbatên di vê komê de vegerin çiqas e.
Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de nêzî hezar û 400 malbatên Efrînî li gorî 3 koman vegeriyan Efrînê.
Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 malbatî pêk dihat di 9’ê Adarê de, koma duyemîn jî ku ji 200 malbatî pêk dihat di 4’ê Nîsanê de, herî dawî jî koma sêyemîn ku ji zêdetirî 800 malbatî pêk dihat di 14ê nîsanê de, vegeriyan Efrînê.













