Ciwanên taxa Haciahmet a Stenbolê li dijî tiryak û şerê taybet bernameyek li dar xist.
Li Stenbolê her kolan û taxan tiryak bi awayekî aşkere tê bikaranîn. Dewlet bi vî awayî dixwaze ciwanan ji çand, nasname û çanda xwe dûr bixwe û ciwanan bixe bin tora xwe. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê, fihûş, tiryak û sixûriyê ciwanên taxa Haciahmet a Beyoglûyê ya Stenbolê bernameyek li dar xist. Ciwan li Parka Haciahmetê kom bûn û stran gotin. Paşê ciwanên li parkê jî tev li bernameyê bûn û bi hev re govend gerandin.
Piştî gerandina govendê li parkê belavoka ku li ser baldariya fihûş, tiryak, çete û şerê taybet hatibû amedekirin hatin belavkirin û bername bi dawî bû.














