Komîsyona Jinan a DBPê ya Marmarayê bi daxuyaniyekê avakirina xwe ragihand. Endama Meclisa Jinan a DBPê Rojan Aydin diyar kir ku jin dê bibin pêşengê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Ew ê ji bo felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ hildin herî roj xwe rêxistin bikin.”
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Marmarayê bi daxuyaniyeke avakirina xwe ragihand. Di eywana solanê de pankarta “Jin jiyan azadî” hate vekirin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jinan a DBPê Rojan Aydin ve hate xwendin.
‘Em têkoşîna xwe bilintir û domdartir dikin’
Rojan Aydin diyar kir ku ew ji bo ragihandina Komisyona Jinan a DBPê a Marmarayê li vir in û got: “Rojek berî heştê adarê roja jinên kedkar ên cîhanê ya du hezar û bîst û şeşan û sala duyemîn a banga sedsalê ya 27ê Sibatê de bi zanebûna jin pêşengên birêxistinkirina pêvajoya banga aştî û civaka demokratîk a li ser perspektîfa civaka demokratîk, ekolojik a azadîxwaziya zayendî ya rêzdar Ocalan a ku wî di şexsê gele Rojhilata Navîn de pêşkêşî tevahiya cîhanê kiribû û bi berpirsiyariya ber bi lûtkeya herî jor ve bilindkirina ala ‘Jin Jiyan Azadî’ em komisyona jinan a DBPê a Marmarayê radigihînin. Mebesta me bi wê hêz û baweriya ku em ê ji hemû jinên azad ên wekî; Leyla Qasim, Sara û Nagîhan, Zarîfe û Clara Zetkîn, Mahsa Jîna Amînî, Rahşan û Denîz, xwengên Mîrabel û Arîn, jinên yên ku di têkoşîna azadiya jinê de cih girtine û me navê wan bilêv nekirî lê bi çand û nasnameya ku avakirine şopa xwe li bîra me xistine û mîrateyek li pey xwe hiştine, têkoşîna xwe bilintir û domdartir dikin. Mebesta sereke ya komîsyona me; li hemberî koletî, bêstatubûn, bênasnametî, bêhiqûqiya li ser jinan, dîsa li hemberî polîtîkayên şerê taybet, ê ku dijminatiya jinan dike û her cure tundiya li ser jinan sekna me, birêxistin û mezintirkirina têkoşînê ye.”
‘Îro têkoşîn ji malan daketiye ber bi qadan’
Rojan Aydin anî ziman ku 8ê Adarê di cîhanê de nîşana pîrozkirina serkeftinên jinan ên siyasî, aborî û civakî û di heman demê de nîşana têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî ye û wiha axivî: “Wekî jinên kurd em di sedsala bîst û yekemîn de van destkeftiyên tevgera jinên karker ên ku di sedsala nozdehemîn de bi şiyara ‘ji bo heman karî heman rayîş’ me bi ziman, çand û nasnameya xwe ji nû ve şêwand û şêwandina wê didomînin. Helbet ev têkoşîn nîşaneya hebûna modelek jiyanê ya alternatîfa li hemberî civakên baviksalar û sîstema kapîtalîst û mîlîtarîst a ku di bin serweriya nîjadperestî û şovenîzmê de ye, ku jin bindestên bindestan in. Îro rasteyeke ku têkoşîn ji malan daketiye ber bi qadan, kargehan, kursiyên akademîk û meclîsan û qadên azad ve belav bûye û wêrekî û baweriya pêkanîna şoreşê ava kiriye.”
‘Niha dem dema jinan e’
Di dawiyê de Rojîn Aydin destnîşan kir ku ew wekî jinên Kurd wan têkoşîna xweparastina rewa ya bi dehan salan domiya hebûna kurdan peyitand, di gel vê wan îdeolojiya rizgariya jinan ragihand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî jin jiyan azadî wekî felsefe ji teorîbûnê derketî, bûye şiyarek gerdûnî, bi tenê bi jinan jî bi sînor nemaye, mêran jî ew wekî hêvî û felsefeya rizgariya xwe qebûl kiriye û li qadan berz kiriye. Dema 8ê Adara 1987an li Qamişlo ya Rojava bi civînên di malan de dihat pîrozkirin, îro jî em şahidiyê dikin ku jin pêşengiya şoreşa jinê dikin. Ji bo mezinkirina hemû destkeftiyan em ê xwebûna xwe bi dest bixin û xwe birêxistin bikin. Em di siyaset û avakirina civaka komînal a demokratîk de dê gotinên xwe her binîn zimên. Em ê ji bo avakirina pergala civaka komînal, demokratîk, ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinan tê avakirin bibêjin ‘Niha dem dema Jinan e’ û rêya xwe bidomînin.”













