“Konferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Demokratîk a Komarê” bi beşdariya gelek akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên navdar dest pê kir. Konferans dê 2 rojan bidome û li ser gelek mijarên demokratîkkirina komarê gotûbêj û nîqaş bên kirin.
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li Eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Demokratîk a Komarê” dest pê kir. Di konferansa ku dê 2 rojan bidome de gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetên navdar li ser gelek mijaran gotûbêje bikin. Gelek kes di konferansê de amade bûn. Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, siyasetmedarên Kurd Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş jî beşdarî konferansê bûn. Li eywana konferansê bi gelek zimanan pankartên li ser mijara konferansê dinivisînin hatin daliqandin.
Siyasetmedar Gulten Kişanak û Riza Turkmen dê axaftina destpêkê ya konferansê bikin. Piştre jî Serokê PENa Navneteweyî nivîskar Burhan Sonmez dê li ser zoomê beşdar bibe û axaftineke bike. Piştî axaftinan rûniştin dê dest pê bikin.
Di roja yekem a konferansê de 3 rûniştin dê bên lidarxistin û piştre jî dê bi beşa forumê roja yekem a konferansê bi dawî bibe.
Bernameyên rûniştinên konferansê wiha ne:
Rûniştina yekemîn
“Çîroka damezrandina komarê, derfet û kesên li der ve hatine hiştin”
Moderator: Levent Koker
* Erdogan Aydin (Gelo Komarek Demokratîk pêkan e?)
* Hulya Osmanagaoglû (Komar: Şoreşa bûrjûva, Têkoşîna Çînan û Tevgera Femînist)
* Namik Kemal Dînç (Bêçaretiya Sedsalî: Di navbera vejandin û îmhayê de Kurd)
* Pakrat Estukyan (Fikirandina înşaya siberojê)
Rûniştina duyemîn
“Tenêtiya Sedsalî: Netewperest, Bîr û Dubendiya Civakî”
Moderator: Fatma Bostan Unsal
* Bekîr Agirdir (Gelo em hev nebihîzin em dikarin bi hev re bijîn?)
* Ferhat Kentel (Di heman siberojê de cîhanên cuda: Bîra dubendiyê û lihevkirinê)
* Noém Lévy-Aksu ( Rûbirûmayina siberojê: Gotibejên dîrokî û hişê civakê yên din)
* Serhun Al (Bi bişaftinê entegrasyonê re: Li Tirkiyeyê hemwelatiya hevgirtî û lêgerîna nasnameya netewî)
Rûniştina sêyemîn
“Mijara Kurd: Sedsala nû ya mijara sedsalî”
Moderator: Dogû Ergîl
* Ali Bayramoglu (Kêşeya Kurd, dewra nû, hevsengiya nû)
* Abbas Walî (Kêşeya Kurd, ewlehiya dewletê û pêvajoya demokratîkbûyîna siyasî)
* Feyza Akinerdem (Gotibêjen nû ya kêşeya Kurd: Çîroka jiyana hevpar çawa ava dibe?)
* Mesut Yegen (Ji bo çareseriyek heqîqî: Komara her kesî, ji her kesî re demokrasî)
* Veysî Aktaş (Di kêşeya Kurd de Entegrasyona Demokratîk û înşaya jiyana hevpar)
Panel
“Komara kî û siberojek çawa?”
Moderator: Nûray Turkmen
* Îrfan Çagatay (Li kêleka komarê: Tecrûbeya Laz û hemwelatîbûna demokratîk)
* Alî Dûran Topuz (Li dijî hêviya demokratîk restorasyona hegemonîk)
* Huda Kaya (Di dîroka zilmê de rasterast hevsengiya kozmîk: Tamîrkirina komarê)
* Levent Ayaşlioglû (Ji cihê xwe bûn, bi hev re jiyankirin: Pênaber û siyaseta dadê)
* Îhsan Elîaçik (Ji Peymana Medîneyê heta Komara Demokratîk bi hev re jiyankirin pêkan e?)
Konferans sibê dê di roja duyemîn de berdewam bike.








