• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

    TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

    TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

Nazli Boztaş - Firat Tunç / AW

27 NÎSAN 2026 - 11:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk duh li Amedê konferansa “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” li dar xist. Beşdarên konferansê destnîşan kirin ku meseleya yekîtiya neteweyî êdî ji daxwazekê derbas bûye, bûye pêdiviyeke jiyanî û diyar kirin ku divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê ku demildest Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê çêbibe.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk duh bi diruşmeya “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansek li dar xist. Konferans bi beşdariyek xurt pêk hat. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rewşenbîr û gelek delege tev li konferansê bûn. Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin û peyamên gelek girîng hatin dayîn. Beşdarên konferansê derbarê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de ji ajansa me re axivîn.

‘Yekîtî şertê herî pêşîn ê serkeftinê ye’

Endamê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Îmam Taşçier bal kişand ser qonaxa dîrokî ya Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Bêyî hişmendiyeke hevpar parastina mafan li ser maseya dîplomasiyê ne pêkan e. Wekî ku hûn jî dizanin, meseleya yekîtîya neteweyî ji bo me Kurdan ne meseleyeke nû ye. Bi salan e, bi sedsalan e li ser vê axê em dibêjin ‘yekîtî’. Lê belê her carê bi sedemên cuda ev yekîtî pêş neketiye. Carinan destê dijmin, carinan jî kêmasîyên me yên navxweyî bûne asteng. Îro em di qonaxeke dîrokî de ne. Rojhilata Navîn di nav agirekî de ye û di nava vî agirî de gelê Kurd dixwaze statuya xwe, azadiya xwe bi dest bixe. Ji bo vê yekê jî şertê herî pêşîn yekîtî ye.”

‘Divê em ji ruhê perçebûnê rizgar bibin’

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete jî diyar kir ku yekîtî berî her tiştî di mêjî û dil de dest pê dike û wiha got: “Heta ku em wekî ferd, wekî rêxistin û wekî partî ji wê ruhê perçebûnê rizgar nebin, em nikarin yekîtiyeke mayinde ava bikin. Di dîroka me de gelek caran fersend ketine destê me lê ji ber ku me nekari bibin yek, ew fersend ji destê me çûn. Ji bo avakirina Kongreya Neteweyî, divê em gavên şênber biavêjin. Divê em ji nîqaşên îdeolojîk ên teng derkevin û li ser xalên neteweyî yên hevpar li hev bikin.”

‘Heke em nebin yek em ê herin yek bi yek’

Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Meryeme Tûra jî destnîşan kir ku astengiyên siyasî pêşiya daxwaza gel dibin bend û wiha axivî: “Gelê me bi vîna xwe di kolanan de yekîtiya xwe ava kiriye. Gava ku em li ser meseleya yekîtiyê nîqaş dikin, em dibînin ku di nava civakê de, di nava gel de ev daxwaz pir xurt e. Gelê me ji zû de ye yekîtiya xwe di dilê xwe de ava kiriye. Lê kêmasî li ku derê ye? Kêmasî di pêşengiyê de ye, kêmasî di rêxistiniyê de ye. Heta niha gelek caran hewldan hatine kirin, lê her carê hinek astengiyên siyasî derketine pêş. Divê em vê rastiyê bibînin; ger em îro li ser vê axê azad bijîn, mifteya wê yekîtî ye. Heke em nebin yek em ê herin yek bi yek.”

‘Bila xalên neteweyî ji her tiştî bi pêştir bin’

Seydayê Xelatî (Mele Saîd Ozdemîr) jî bi lêv kir ku parastina mîrateya qehremanan tenê bi yekîtiyê dibe û wiha got: “Meseleya yekîtîya neteweyî êdî ji daxwazekê derbas bûye, bûye pêdivîyeke jiyanî. Em dibînin ku li Rojhilata Navîn her tişt ji nû ve ava dibe. Di vê avabûnê de eger Kurd nebin xwedî vînek û nebin xwedî yekîtîyek, em ê sedsaleke din jî di bin zilmê de bimînin. Dijmin ji çi ditirse? Dijmin ji yekîtîya me ditirse. Gava ku Kurd li her çar parçeyan piştgirîya hev bikin, tu hêz nikare li ber me bisekine. Lewma em dibêjin, çi dibe bila bibe, divê xalên me yên neteweyî ji her tiştî li pêştir bin.”

‘Yekîtî meseleya rûmetê ye’

Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Sûltan Yaray jî bal kişand ser rola înîsiyatîfên sivîl û jinan û wiha axivî: “Divê em rûmeta xwe biparêzin. Heta ku ev daxwaz ji kûrahiya civakê neyê û aktorên siyasî mecbûrî berpirsyariyê nebin, dibe ku yekîtî tenê di vê astê de bimîne. Armanca me ew e ku em li her bajarî, li her gundî û li her kolanê rûhê yekîtiyê belav bikin. Divê em ji xelkê re bibêjin ku yekîtî ne tenê meseleyeke sînoran e; yekîtî meseleya rûmetê ye, meseleya hebûn û tunebûnê ye. Werin em li mîrasa xwe xwedî derkevin û vê yekîtiyê bikin rastiyek.”

‘Yekîtî wê bibe bingeha serkeftina siyasî’

Sekreterê Giştî yê PENa Kurd Azad Zal jî diyar kir ku yekîtî dê bibe bingeha serkeftina siyasî û ev yek anî ziman: “Wekî encam, em dikarin bibêjin ku îro li vir daxwazeke pir zelal derket holê: Gelê Kurd yekîtiyê dixwaze. Niha dema wê ye ku em van fikran bikin pratîk. Çanda me, hunera me û zimanê me jixwe yek e; em ê vê yekîtiya çandî bikin bingeha yekîtiya siyasî. Gava ku em ji vir belav dibin, divê em her yek bibe qasidê vê yekîtiyê. Divê em ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê her dem amade bin û zextê li hemû aliyan bikin. Divê Kongreya Neteweyî çêbibe.”

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKonferansa Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş DikinKongreya Neteweyî ya Kurdistanêyekitiya KurdanYekitiya Neteweyî ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

9 HEZÎRAN 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

3 HEZÎRAN 2026
KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

3 HEZÎRAN 2026
Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk deklerasyona xwe aşkere kir

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Divê her kes di bin sîwana yekitiyê de cih bigirê

11 GULAN 2026
Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

6 GULAN 2026
Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekaroglu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (414)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne