Gelê Kurd ji bo piştgirya rojavayê Kurdistanê li Almana û Holanda daketin qadan û daxuyandin dê deskteftiyan biparêzin.
Li hemberî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Bi hezaran Kurd û dostên wan êriş şermezar kirin û banga xwedî derketina Rojava kirin.
Hannover
Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê di pêşengiya KOM-MEDê de çalakî pêk hat. Di çalakiya êriş hatin şermezarkirin de Hevserokên KOM-MEDê Kerem Gok û Hakimê Yusuf axivîn. Di axaftinan de banga bilindkirina têkoşînê û parastina Rojava hate kirin. Piştî daxuyaniyê di bi boneya êrişan komek endamên DAIŞ û HTŞê de pevçûn derket. Du ciwanên Kurd ji hêla polîsan ve bi boneya tev li pevçûnê bûne hatin binçavkirin.
Stûttgart
Li bajarê Stuttagtê yê Almanyayê jî Kurdistanî û dostên wan bi heman armancê miting li dar xistin. Di mitîngê de sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin. Di axaftinên hatin kirin de êrişên HTŞ û Tirkiyê hatin şermezarkirin. Axaftvanan bang li gel kir ku tev li seferberiya neteweyî bibin û destkeftiyan biparêzin.
Rotterdam
Li bajarê Rotterdamê yê Hollandayê jî bi hezaran kes li ber istasyona trenê ya navendî hatin cem hev. Di çalakiya ku ligel sazî û dezgehên Kurdistanî gelek dostên Kurdan jî tevlê bûn de sloganên, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat”, “Jin jiyan azadî”, “Terorist Golanî” û “Terorist Hamaney” hatin berzkirin. Di çalakiyê de axafvanan banga yekîtîya Kurdan kir û xwestin ku herkes piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bike.













