Amed – Kursa Weqfa Mezopotamyayê ya li ser rastnivîsîna zaravayê kurmancî yê Kurdî sibê li Amedê dest pê dike. Rêveberê weqfê zimanzan Bahoz Baran diyar kir ku bi armanca rê û rêbazên rastnivîsînê hînî mirovan bikin ku beşdar mirov bi rehetî bi zimanê xwe binivîsin vê kursê didin destpêkirin.
Weqfa Mezopotamyayê li Amedê li ser rastnivîsîna zaravayê kurmancî yê Kurdî kurseke bisertîfîka û rûbirû li dar dixe. Serlêdanên kursê di 18ê Mijdarê de bi dawî bibûn. Kursa ku bêpere ye dê di 22yê Mijdarê de li Çand Amedê dest pê bike û di 7ê Kanûnê de bi dawî bibe. Di kursan de dê têkildarî mijarên “Netewesazî û zimanê standard, cotstandardiya kurmancî, kurtedîroka rastnivîsîna kurmancî, bingehên fonolojik, morfolojik û semantik ên ferhenga standard, kêşeya veguhastinên navzimanî ji kurdiya soranî bo kurdiya kurmancî, rastnîvîsîn û prensîba parastina formen ferhengî, rastnivîsîna daçekan, rastnivîsîna karan (lêkeran), rastnivîsîna gireyên tewang û îzafeyê, çewtiyên berbelav ên rastnivîsînê, rastnivîsîna cotepeyv û peyvên qalibî û pratîk û nirxandin” ders bên dayîn. Dersan dê zimanzan Samî Tan, Zulkuf Ergun, Mîkaîl Bulbul û Bahoz Baran bidin. Nivîskar û rêveberê Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran têkildarî kursê ji ajansa me re axivî.

‘Divê mirov gramerê piçekê sivik bike’
Bahoz Baran bi bîr xist ku Weqfa Mezopotamyayê ji sala 2013an ve li ser standardîzekirina zaravayê kurmancî yê Kurdî dixebite û wiha got: “Karên rastnivîsînê ji xwe karên me yên sereke ne em bêtir li ser van mijaran dixebitin. Em ji tecrubeyên xwe jî dizanin ku Kurd gelek jê dikarin bi zimanê xwe biaxivin û bixwînin lê di meseleya nivîsînê de hin pirsgirêk hene. Herkes nikare binivîse. Valahiyek jî heye û heta niha kurseke bi vî awayî çênebûye. Kesên dixwînin, redaktoriyê dikin, serê xwe bi nivîsê diêşînin hene. Me jî xwest em alîkariya wan mirovan bikin. Rê û rêbazên nivîsînê bi giştî, şaşiyên di kurmancî de tên kirin çi ne, hewcehî bi çi heye? Ev meseleyeke çawa ye? Meseleya rast nivîsînê, dîroka wê, palpiştên meseleya standartkirinê çi ne? Em ê bi awayekî teorîk qala van bikin lê em dixwazin bêtir bi awayekî pratik nivîsînê hînî mirovan bikin. Di Kurdî de em pir ketine nava gramerê divê mirov piçekê wê gramerê sivik bike û hinek rê û rêbazên nivîsînê hînî mirovan bike ku mirov bikarin bi rehetî bi zimanê xwe binivîsin. Armanca me ev e.”

‘68 kesan serî li kursa ku jê re 30 kontenjan hatibûn veqetandin dan’
Bahoz Baran da zanîn ku 68 kesan serî li kursa ku jê re 30 kontenjan hatibûn veqetandin dan û ev agahî dan: “Ji Ewropayê û parçeyên din ên Kurdistanê jî serlêdan hatibûn. Lê ji ber ku rû bi rû ye û li Amedê ye serlêdanên ji derve hatin kirin mixabin niha nikarin qebûl bikin. Teqrîben dora pêncî kesan wê perwerde bibin. Ji ber vê yekê me kontenjana xwe jî zêdekir, me got kesên ku serî li me dane bila mexdûr nebin. Kesên serlêdan kirine kesên xwende ne, haya wan ji wan heye, di beşên Kurdî de xwendine, li sazî û dezgehan dixebitin lê ferqkirine ku di nivîsînê de pirsgirêk hene û dixwazin van pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
‘Em dixwazin mirov pirsgirêkên xwe yên nivîsînê kêm bikin’
Bahoz Baran bi lêv kir ku dê di kursê de zêdetir pratîkê bikin û wiha pê de çû: “Ji bo ku beşdar bikarin di jiyana xwe de di nivîsîna xwe de hinek tiştan rast bikin. Ev kursa destpêkê ye, em ê bi wext re vê kursê bi pêş bixin. Gelek mirovan daxwaz kirin ku em vê kursê bi awayekî online li dar bixin. Em ê siberojê vê jî çêbikin lê niha em dixwazin pratîkê bikin û mirov pirsgirêkên xwe yên nivîsînê kêm bikin. Hinek pirsên di hişê wan de ku bersivên wan nehatibin dayîn dê bên dayîn. Hinek tişt jî hene mirov bi hev re nîqaş dike û dikare bi hev re bigihe hinek encaman. Em dixwazin bêtir pratîka xwendekarên xwe bibînin û hinek tiştan bi wan re nîqaş bikin. Bi taybetî di kurmancî de şaşiyên berbelav çi ne? Wexta dinivîsin di çi de şaşiyan dikin. Em dixwazin van şaşiyên berbelav jî nîşanî hevalên xwe bidin. ”














