• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê Înîsiyatîfa Yekitiyê hate ragihandin

Amed / AW

10 GULAN 2025 - 11:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Li Amedê “Înîsiyatîfa Yekitiyê” ku ji nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî, rûspî, oldar û kesayetan pêk tê hate ragihandin. Di civînê de hate xwestin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, aştiyeke mayînde û civaka demokratîk piştgiriya Înîsiyatîfa were kirin.

Li Amedê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter ji bo ragihandina “Înîsiyatîfa Yekitiyê” li Çand Amedê civîn li dar dixin. Civînê îro dest pê kir û wê heta sibê bidome. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, nûner û rêveberên partiyên Kurdistanî, rêxistinên sivîl, rûpsî, kesayet û gelek kes tev li bûn. Li eywanê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî, Tirkî, Erebî, Suryanî û Ermenkî pankarta “Em ê bi helwesta yekitiyê bi ser bikevin” hate daliqandin.

Civîn bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Salîha Aydenîz, Dîba Keskîn, Nahît Eren, Kasim Firat û Ayetullah Aştî ji bo dîwanê hatin bijartin.

‘Ji bo Înîsiyatîfê 9 mehan xebat meşandin’

Dû re yek ji endamê Înîsiyatîfê Orhan Ayaz axaftina destpêkê kir û têkildarî pêvajoya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir nirxand û xwest ku piştgiriya vê pêvajoyê bê kirin. Ayaz da zanîn ku ji bo ragihandina “Înîsiyatîfa Yekitiyê” 9 mehan xebat meşandin e û got: “Çavê temamê Kurdistan û cîhanê li vê civîna me ye. Em ê jî li ser vê bingehê civîna xwe pêk bînin.”

‘Em di serî de yekitiya xwe pêk bînin û bi pêş ve bibin’

Dû re parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz qala xebatên Sirri Sureya Onder û tevkariya wî ya li pêvajoya heyî kir û ji malbata wî, DEM Partiyê û gelê Kurd û Tirkiyeyê re sersaxî xwest. Salîha Aydenîz destnîşan kir ku ji bo aştî û demokrasî were vî welatî dê xebatên wan bidomin.

Salîha Aydenîz bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo ku ev bangawazî bigihije armanca xwe xebatan dimeşînin. Em ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekitiya xwe pêk bînin. Yekitiya her çar aliyên Kurdistanê wê li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixe. Gelê Kurd têkoşîna azadiyê dide û ji bo demokrasi mayînde bibe têdikoşe.” Salîha Aydenîz her wiha bal kişand ser kongreya PKKê ya di navbera 5-7ê Gulanê de pêk hat û got: “Divê jin, ciwan û civak zêdetir bi rola xwe rabin. Em di serî de yekitiya xwe pêk bînin û bi pêş ve bibin. Em ê li ber van gavên dîrokî berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Em spasiya hemû kesên ku ked dane avakirina înîsiyatîfê dikin.”

Dû re parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek axivî. Sînan Çîftyurek qala xebatên ku çend meh in ji bo Înisiyatîfa Yekitiyê meşandine kir û da zanîn ku xwe gihandin gelek kesan û vê civînê di vê çarçoveyê de pêk tînin.

‘Em weke Înîsîyatîf banga birêz Abdullah Ocalan girîng dibînin’

Sînan Çîftyurek bal kişandin geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Dewletê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Vê hevdîtinê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hêviyek derxist holê. Em hişmendî û realiteya Kurdistanê digirin ber çavan û me xwest bi hemû pêkhateyan em civînê li dar bixin. Birêz Ocalan ji bo çareserkirina meseleya kurd û demokratîkbûna civakê bang kir. Em weke înîsiyatîf vê bangê girîng dibînin. Duh jî PKKê kongreya xwe li dar xist û gotin dê çekan danin. Banga me ya ji gelê me re jin û ciwanan, rewşenbîr û seydayan re ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û ji bo aştiyeke mayînde û civaka demokratîk piştgiriyê bidin Înîsiyatîfa Yekitiyê.”

Sînan Çîftyurek bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ku li Qamişlo pêk hat û wiha got: “Konferanseke girîng pêk hat. Ev ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û seranserê Sûriyeyê girîng bû û biryarên girîng girtin. Gotin em Kurd yek deng in. Hêvî dikim ku ev Înîsiyatîf li vê derê biryareke baş bigire û rêya me veke.”

Piştî axaftinan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Înîsiyatîfa Yekitiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

17 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (155)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne