Saziyên ziman ên Şirnexê û Şerdariya Cizîrê di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de 11emîn Mîhrîcana Ziman Çand û Hunerê ya Cizîrê li dar xist. Di mîhrîcanê de dengbêj derketin ser dikê û kilam gotin.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî (CÛDÎ-DER) û Şeredariya Cizîrê di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de 11emîn Mîhrîcana Ziman Çand û Hunerê ya Cizîrê li dar xist. Mîhrîcan di roja yekêm de li qada Agirkujê ya Şeredariya Cizîrê şahiya dengbêjan hat lidarxistin. Di şahiyê de dengbêj Mihyedîn Deştelanî, Mehemedê Botî, Ehmedê Şilyanî, Lavîn û Îpek li ser dikê kilamên xwe gotin. Li ser dikê pankarta ku li ser, “Statuya kurdî perwerdehiya kurdî, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” dinivisi hat daliqandin
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, hevşeredarên Cizîrê Guler Yarbasan Tunç, Abdurrahim Durmuş û gelek welatiyên Cizîrê tevlî şahiyê bûn. Bernameya şahiyê ji bo cangoriyên azadiyê û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêz girtinê destpê kir.
‘Divê perwerdehiya bi kurdî pêk were’
Piştî rêzgirtinê hevşeredarên Cizîrê Guler Yarbasan Tunç û Abdurrahim Durmuş gel silav kirin. Di destpêke de hevşeredar Guler Yarbasan Tunç axivî û bi lêv kir ku ji ber polîtikayên qeyûm mîhrîcana wan hatibû qedexekirin û got: “Me mîhrîcanên xwe yên hatibûn qedexekirin careke din li dardixînin. Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin di vê pêvajoyê de divê statuya zimanê kurdî û mafê perwerdehiya bi kurdî pêk were.”
Hevşeredar Abdurrahim Durmuş jî destnîşan kir ku divê Cejna Zimanê Kurdî ne tenê rojeke vê sînorkirî bibe û ev tişt gotin: “Ziman bîr hişmendiya me ye. Divê her qadê jiyanê em bi zimanê xwe bijîn. Weke şeredarî jî çi berpirsyariyên me hebin em ê ji bo ziman bikin.”
Piştî axaftinan dengbêjan bi dorê stranên xwe vegotin. Dengbêjan stranên ku qala lêhengên Kurdistanê û çîrokên û bûyerên li herêma Botanê dike dan ber hev. Guhdaran jî bi baldarî guh dida stranan. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.