Êlih – Li gundê Malêmêrgê yê navçeya Sasonê ya Êlihê çînin û firotina çîlekan dest pê kir. Gundiyan diyar kir ku ew salê sê demsalan çîlekan radikin û debara xwe bi wan dikin.
Li gundê Malêmêrgê yê navçeya Sasonê ya Êlihê bi salan e ku şêniyên wir salê sê demsalan bi karê danîna çîlekan re mijûl dibin. Çîlekên ku li wî gundî digihin li gelek gundên navçeyê yên din jî şîn dibin. Ji ber ku îsal berf û baran zêde bariyane, li gelek gundên navçeyê erdên çîlekan jî weke yên berhemên dinê ji barîna barana zêde xesar dîtine. Û ji ber ava zêde xwarina çîlekan tehmsar bûne û ji tehma xwe ya şîrîn dûr ketiye. Dema ku welatî dest bi komkirina berhemên çîlekan dikin, gelek zehmetiyê pê re dibînin. Û ji ber ku ew qas zehmet e gelek caran karkerên ku di nava wan zeviyan de dixebitin heq destên xwe baş nastînin. Bi yewmiyên kêm mecbûr dimînin dîsa jî bixebitin. Her wiha şêniyên gund diyar kirin ku ew gelek caran çîlekan dişînin bajarên cuda û carnan jî yên zêde ku li ber destê wan dimînin jî li ser rêyan difiroşin. Bihayê qaseya çîlekan a ku ji du kîloyan pêk tê 250-300 lîreyî tê firotin.

‘Karkerên ku li nava zeviyan bixebitin jî tune ne’
Şêniyê gund ê bi navê Feyzî Dogan diyar kir ku demên berê bi pereyê du qase çîlekan diçûn bajêr û dihatin gund û ji berê heta niha gelek tişt hatine guhertin û wiha got: “Bi salane ku em li gund bi karê danîna çîlekan re eleqedar dibin. Ew jî serê ewil dewletê hat ji me re got ’em dixwazin li gundên Sasonê dest bi danîna çîlekan bikin.’ Pişt re me jî li gund nêzîkî 10-15 dolim kir baxçeyê çîlekan. Hemû mesrefên wê ewilî ji aliyê dewletê ve dihatin kirin. Pişt re jî me dest bi vî karî kir û ji wê demê ve em bi danîna çîlekan re eleqedar in. Niha êdî me karê çîlekan ji xwe re kiriye sineet û em pê debara xwe dikin. Erdên ku çar penc salên qediyane pirî caran ji ber xwe ve şîn dibin. Heta ku axa baxçeyên me xam nebe çîlek jî zêde jê nayên. Hinek erd hene divê xamî bimînin û weke çend salan bisekinin. Her wiha karê çîlekan jî karekî gelek zehmet e. Divê ji malê çar pênc kes bi berhevkirina çîlekan re eleqedar bibin û pir zor û zehmet e. Kesekî ku xebatkarên wan tune bin nikarin zêde karê çîlekan bikin. Weke berê karkerên ku li nava zeviyan bixebitin jî tune ne. Niha jî gelek caran xwediyê erdan karkeran bi yewmiyan digirin. Dema ku çîlek tên çinînê pirî caran diçin bajaran cuda tên firotin. Carinan jî didin marketan, bazaran, halan û li ser rêyan jî tên firotin. Berê mazot erzan bû, em bi 20 lîreyî diçûn Batmanê û dihatin. Niha bi çûyîn û hatina malê em di bin hezar lîrayî de nayên. Me wê demê du qaseyên çîlekan didan bi 10 lîreyî û pereyê du qaseyan jî em pê ji Batmanê dihatin heta gund. Niha ji ber barana zêde îsal tehma wan jî tehmsar bûye.”
‘Îsal çîlek tehmsar bûne û hin ji wan jî nayên xwarin’
Şêniyê gund Mehmet Dogan jî ku bi salan e bi karê danîna çîlekan re mijûl e û debara xwe pê dike anî ziman ku wan berê bi malbatî karê danîna çîlekan kiriye û ji ber barana zêde ya îsal çîlek tehmsar bûne û wiha got: “Wê demê zehmetiya wî jî gelek bû û xweşiya wî jî. Me wê demê şitilên çîlekan bê naylon diçandin, ji ber ku bê naylonbûnê gelek gihayên cuda di nav de hêşîn dibûn. Me bi vî awayî gelek zehmetî kişandin. Niha jî êdî em bê naylon nikarin çîlekan deynin. Ji ber ku zehmetiya wî heye, em pêşî naylon dikin û dure jî li gorî şitil cihê wan di nava naylon de vedikin. Ji dolimekî re nêzîkî 5 hezar şitil tên danîn. Em wan şitilan jî ji bajarên Tirkiyeyê eyar dikin û tînin. Ew jî di serdema danînê de ji me re tên em datînin. Gelek caran me di meha sibatê de daniye û heta serê payîzê gihiştine. Dema ku nexweşiyek di nava şitil de hebe em endezyaran tînin ser erd û ew nîşanî me didin. Em jî li gorî wî xwe eyar dikin û karê xwe dikin. Ji bo ku bi rêk û pêk şitilên me bigihin em wan bê derman nahêlin. Dema ku baran zêde dibare çîlek tehmsar dibin û hin ji wan jî nayên xwarin. Dema baran zêde nebare tehma wan xera nabe. Her malbatek li gorî kesên hejmara xwe baxçeyê xwe datînin. Ji ber ku herkes li gorî debara xwe tevdigere. Em dikarin bêjin ku îsal nîvê erdan çûne û berhemên ku jê çêbûne nayên xwarin. Û îsal gelek jî girtibûn, ji ber ku berf gelek li erdê ma. Di barîna berfa zêde de gelek berhemên binî erde jî bêhna xwe didin. Lê ji demekî pê ve baran û berfa zêde jî xesarê dide berhemên nava axê. Dema baran dibare piştî wî ku tav dertê ew berhem dibe weke singêrê. Dema firotina wê jî em gelek caran dişînin Amed û bajarên din, gelek caran TIR tên em dişînin halê jî.”

















