Sêrt – Serokê Egîtîm Sena Sêrtê Selahaddîn Talû derbarê helwesta dewleta ya li dijî Kurdî destnîşan kir ku tevî bi milyonan Kurd di nav vê dewletê de dijîn hê jî zimanê Kurdî qedexe ye û got: “Em dixwazin zimanê Kurdî ne bi bijarte be, divê ew qedexeya li ser Kurdî bê rakirin. Û divê di beşa Kurdî de mamoste bêhtir bên tayînkirin.”
Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê her roja ku diçe zimanê Kurdî bi bişaftin û bi tune bûnê re rû bi rû dimîne. Ji ber ku ev bişaftin bi salan e li Kurdistanê didome, li gelek malên Kurdan êdî Kurdî nayê axaftinê. Êdî Kurdî di nava malê de ji bo wan bûye zimanê duyemîn. Ji ber gelek dayîk û bavên wan zarokan bi wan re bi Tirkî diaxivin, zarok hatine wê astê ku êdî wan jî zimanê xwe ji bîr kiriye. Di heman demê de li dibistanên fermî yên Tirkiyeyê dersên bijarte çiqas hefteyê du saetan bê dayîn jî dîsa têrî zarokan nake. Her wiha li cihekî weke Meclisê hê jî parlementerên ku bixwazin bi zimanê xwe biaxivin deng li ser wan jî tê girtin. Tevî ku ev bû nêzîkî du sal in li Tirkiyeyê pêvajoyeke aştiyê didome, dîsa jî helwestên dewleta Tirk yên li dijî Kurdî nehatine guhertin.
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîstê û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Sêrtê Selahaddîn Talû anî ziman ku Kurd nikarin li tu qadeke jiyanê xwe bi zimanê xwe bi hesanî bînin ziman û got: “Bi dersên bijarte ziman li pêş nakeve. Ji ber ku ew zarok 4-5 salên ewil nikarin dersên bi zimanê xwe bibînin.”
‘Kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin’
Selahaddîn Talû diyar kir ku li Sêrtê ji dersên zimanê Kurdî bala zarokan û ciwanan bêhtir çand û hunerê dikişîne û got: “Me li Egîtîm Sena Sêrtê poleke zimanê Kurdî vekir karmend û hevalên me yên mamoste tev li vê polê bûn. Em nêzîkî 20 mamoste bûn. Ji ber kêm derfetên me hin hevalan polên xwe temam nekirin. Piştî wê di sala 2025an de, bi du polan me dersên wêjeya Kurdî da. Di van polan de wêjeya Kurdî ya klasîk û ya modern bû. Hem mamosteyên me hem jî hinek şagirtên me yên cuda hebûn dihatin ders didîtin. Lê van hevalan vê kûrsê bi dawî kirin. Her qadek li gora xwe nêzîkî çand, huner û ziman dibin. Tişta ku em li Sêrtê dibînin ji ziman bêhtir bala kesan li ser çand û hunerê ye. Zarokên me û ciwanên me ji ziman bêhtir bi piranî çand û hunerê hunerê dixwazin. Em bi hêvîne ku di wê qadê de bi Kurdî jî bê axaftin, ew ê bêhtir bala zarok û ciwanan bê kişandin.”

‘Dayîk û bav firsendê nadin wan ku bi Kurdî biaxivin’
Selahaddîn Talû bi lêv kir ku li Kurdistanê ji sedî 80-90 navên zarokan bi Kurdî ye, lê dayîk û bavên zarokan firsendê nadin wan ku ew têr bi zimanê xwe jî biaxivin û wiha domand: “Me di 4ê Nîsanê de bernameyeke şanoyê li Egîtîm Senê li dar xisti bû, ew eywan bi tenê 740 kursî bûn. Lê ji zarok û ciwanan bêhtir malbatên wan hatibûn. Ev jî dixuye ku dayîk û bavên wan bêhtir Kurdî dixwazin. Lê mixabin li Sêrtê saziyên me di aliyê xebatên ziman de kêm in. Ji 80-90ê navê zarokan bi Kurdî ye. Lê em weke dayîk û bav firsendê nadin wan ku bi Kurdî biaxivin. Ziman bi tenê di kolanê û di dersen kursan de têr nake. Ew pêşî peywira dayîk û bavan e. Di serî de divê BOTAN-DER û saziyên me û partiyên me yên siyasî pêşîvaniya vî karî bikin. Di 15ê Gulanê de li her bajarên Kurdistanê ev roj tê pîrozkirin. Îsal jî bi heman awayî em ê di bin banê Platforma Ked û Demokrasiyê de pîroz bikin. Em ê di demekî nêzîk de bernameya xwe ji çapemeniyê re ragihînin. Em naxwazin ev bername rojekê bi tenê jî bimîne. Di van bernameyan de panel, daxuyanî, belavkirina belavokan, meş û divê fîlmên Kurdî hebin. Em ê vê mijarê bi saziyên me yên Platforma Kedê re nîqaş bikin û biryaran bistînin.”
‘Ji xeynî Kurdî bi gelek zimanan ders tên’
Selahaddîn Talû got ku li dibistanên Tirkiyeyê bi gelek zimanên biyanî ders tên dayîn lê ji xeynî zimanê Kurdî ders nayên dayîn. Talû anî ziman ku ew dersên Kurdî yên tên dayîn jî hefteyê du saet in, ew jî têr nakin û wiha qal kir: “Mixabin bi milyonan Kurd di nav vê dewletê de dijîn, lê zimanê Kurdî qedexe ye. Di Meclisê de parlementerên me nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Li dibistanan zarok encex hefteyê 2 saetan dersên Kurdî bibînin. Mafê herkesî ku bi zimanê xwe ders bibine heye. Bi dersên bijarte ziman bi pêş nakeve. Ji ber ku ew zarok 4-5 salên ewil nikarin dersan bi zimanê xwe bibînin. Dema ku pêşî li zimanê Kurdî bê vekirin, dê zarok bêhtir girêdayî ziman bikin û ew ê xweştir li pêştir bikevin. Pêşketina Kurdî nabe sedema windakirina zimanê Tirkî. Ev dibe dewlemendiya me herduyan. Li dibistanên Tirkî, bi Îngilîzî, Fransizî û hwd. ji xeynî Kurdî bi gelek zimanan ders tên dayîn. Em Kurd bi milyonan li vî welatî dijîn lê em bi zimanê xwe ders nabînin. Gelek hevalên me yên mamoste hene dixwazin cihên xwe biguherînin, ji ber ku beşa Kurdî tune ye, ew nikarin biçin cihekî din. Mecbûr dimînin wê beşa Kurdî diguherînin.”
‘Dê û bavên zarokan jî li ser vê yekê nasekinin’
Selahaddîn Talû di dawiya axaftina xwe de xwest ku her dayîk û ji bo ziman li ser zarokên xwe bisekinin û wiha got: “Em dixwazin zimanê Kurdî ne bi bijarte be, divê ew qedexeya li ser Kurdî bê rakirin. Û divê di beşa Kurdî de mamoste bêhtir bên tayînkirin. Ji ber ku di dibistanan de tişt bi mantiqa Tirkîtiyê ye ew zarok mecbûr dimînin xwe ji Kurdî dûr bixin. Mixabin dê û bavên zarokan jî li ser vê yekê nasekinin. Em dixwazin zarokên me di her qada jiyanê bi zimanê xwe biaxivin.”













