Li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê hêrs û nerazîbûna li dijî êrişên qirkirinê yên li dijî Rojava berdewam dikin. Li sê navçeyên Rihayê dê meş bên lidarxistin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê çalak, meş û daxuyaniyên ji bo piştgiriya bi berxwedan û destkeftiyên Rojava re berdewam dikin.
Li gorî plansaziya Platformê; dê di 27ê Çile de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li dijî êrişên ser Rojava meş were lidarxistin. Li navçeya Siwêregê ya Rihayê jî di 28ê Çile de jî dê meş were lidarxistin. Di 29ê Çileyê de dê li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê jî meş bê lidarxistin û daxuyanî bê dayîn.












