Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo xwedîderketina li destkeftî û berxwedana li Rojava kom bûne û dê bimeşin.
Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji bo êrişên qirkirinê yên li ser Rojava şermezar bikin, bi hezaran kes li Qada Aksarayê kom bûn. Girseya ku kom bûye bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rojava re berz dikin. Girseya ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, li bendê ye ku dest bi meşê bike û heta Saraçhaneyê bimeşe.












