“Mitînga Azadiyê” ku bi dirûşma “Bi rêbertiya azad re ber bi azadiyê ve” li Qada Newrozê dest pê kir. Gelê Çukurovayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan ber bi Mêrsînê ve herikîn. Di mitînga ku bi coşek mezin dest pê kir, posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
MÊRSÎN
Bi hezaran kes tev li “Mitînga Azadiyê” ya bi dirûşmeya Bi rêbertiya azad re ber bi azadiyê ve” li Parka Millet a Mêrsînê tê lidarxistin bûn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Tevî germahiya Çukurovayê jî bi hezaran kes bi wesayîtan ji Edene, Osmaniye, Hatay û Amedê hatin Mêrsînê. Girseya ku li nêzî qada mîtîngê ji wesayîtên xwe daketin, posterên Abdullah Ocalan û rengên kesk, sor û zer hilgirtin û bi berkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” ber bi qada mitîngê ve meşiyan.
WAN
Mitînga Azadiyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi rêbertiya azad ber bi azadiyê ve” tê lidarxistin, li Qada Newrozê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dest pê kir.Bi deh hezaran jin, ciwan, pîr û kal bi cil û bergên Kurdî qada mitîngê tijî dikin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hwd. berz dikin. Dê di çarçoveya bernameya mitîngê de ewilî sazî û dezgehên beşdarî mitîngê bûne bên vegotin, dûre dê ji bo hemû cangoriyên demokrasiyê deqeyek rêz bê girtin û piştre jî li ser navê komîteya amadekar kesek axaftinê bike. Piştî axaftina komîteyê dê Aktivîsta TJAyê Sebahat Tûncel û piştre jî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axaftin bikin.
Piştî axaftinan wê ewilî rapbêj Sîmyager derbikeve ser dikê. Dûre hunermend Beser Şahîn û herî dawî jî Koma Amed wê stranên xwe ji bo waniyan bibêje.
Hûrgûliyên mitîngê tên…


















