• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Malbatan xwestin Nebîoglû û Başdaş bên berdan

Navenda Nûçeyan /AW

31 GULAN 2025 - 16:59
Kategorî: CIVAK, MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Malbatên girtiyên nexweş û Komîsyona Girtîgehan a ÎHDê xwestin ku nexweşên giran Firat Nebîoglu û Mecît Başdaş serbest bêne berdan.

Xizmên girtiyên nexweş û Şaxên ÎHDê yên Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bêne berdan çalakiyên xwe yên hefteyî berdewam kirin. Di daxuyaniyên çapemeniyê yên li Enqere û Stenbolê de bal kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweşên giran û xwestin girtî serbest bêne berdan.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane ya ‘Rûniştina F’ ya heftane li ber avahiya Şaxê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Firat Nebîoglû yê li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1emîn a Amedê bi giranî nexweş e. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa ‘Tedawî maf e û nikare were astengkirin’ û ‘Girtiyê nexweş Firat Nebîoglu bila were berdan’ hatin hildan û dirûşmên wekî ‘Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan’ û ‘Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e’ hatin berzkirin.

Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehmet Acettîn, diyar kir ku Firat Nebîoglu (27) ji ber ku gurçik a kronîk, kor bûn û giran bihîstinê û her wiha felç ji sedî 92 rapora astengdariyê heye û wiha got: “Nebîoglû ku divê hefteyê sê caran diyalîzê re derbas bike, ji bo jiyana xwe bidomîne bi lezgînî pêwîstî bi neqla gurçikê heye.”

Mehmet Acettîn diyar kir ku Nebîoglû ji bo taloqkirina înfaza wî şandine Saziya Tipa Edlî, lê belê saziyê bi yekdengî ‘rapora li girtîgehê bimîne’ daye Nebîoglû. Hat gotin ku ji bo Nebîoglu donora guncav hatiye dîtin jî ji ber ku di girtîgehê de ye nekarin neqil bê kirin û daxwaza tehliyeyê kir.

Enqere

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî çalakiya xwe ya hefteya 560emîn a têkildarî girtiyên nexweş li Kolana Sakarya ya Enqereyê li dar xist. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mecît Başdaş (70) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê girtî ye. Di daxuyaniyê de pankarteke ku digot, ‘Tedawî mafek e, nikare were astengkirin. Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan’ hat vekirin.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHDê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û bi bîr xist ku Başdaş ê ku bi kansera mîzdankê ketiye di sala 2022 an de emeliyat bûye. Nûray Çevîrmen da xuyakirin ku Başdaş dixwaze ji bo kontrolên asayî biçe û di nava 2 salan de bi tenê carekê ji bo kontrolê birine.

Nûray Çevîrmen ji bo tedawiyê daxwaza berdana Başdaş kir.

Etîket: BaşdaşÎHDNebîogluXizmên girtiyên nexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

27 HEZÎRAN 2026
ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

26 HEZÎRAN 2026
ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

25 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

20 HEZÎRAN 2026
Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

6 HEZÎRAN 2026
‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (9)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne