MED-DER’ê li Amedê şahiya belgedayîna zarokên beşdarê atolya ziman bûne li dar xist.
Komaleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) belgedayîna zarokan ku beşdarî atolyeyên zimanê kurdî bûne li Parka Ekîn Ceren a li navçeya Peyasê ya Amedê şahî li dar xist.
Şahiya ku zarok û malbatên xwe tevlîbûn bi axaftina hevseroka MED- DERê Remzî Azîzoglu destpê kir. Remzî Azîzoglu wiha got: “Xwedîderketina ziman xwedîderketina kesayetê ye. Ziman di jiyana me da mijarek herî grînge, her ciwak bi zimanê xwe heye.”
Piştî axaftina Remzî Azîzoglu belgeyên zarokan hat belavkirin.
Di berdewamiya şahiyê de nivîskar Musa Şanak helbesta xwe ya bi navê “Wa pîroz bin tevlî me” xwend. Piştî beşdarbûna dengbêjên Komaleya Çand û Hûnera Dîcle Firatê şahî bi stran û geransina govendê bi dawî bû.